Rêjîma Esed di rêbaza tundûtûjiyê de û bi taybetî li herêmên Niştecihan berdewam e. Da gelemşe û wêraniyê pêk bîne û sivîlan mecbûr bike ko ji malên xwe derkevin.
Bi evê siyaseta aşkere , Rêjîm dixwaze sivîlan bitirsîne û ji aliyê din ve jî dixwaze bide xuyakirin, Şoreşger nikarin birêveberiya bajêr bikin.
Toreya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ko Rêjîma Esed kuştarên xwe li dijî sivîlan li Idlib û Gundewarê wê bêtir kirine, piştî kontrolkirina bajêr heyva derbasbûyî û jidest derxisina wî, Hêzên Esed bajar û Navendên wî yên pirkes wek sûk û mizgeft û hin bajarên Gundewarê Idlib wek Seraqib û Sermîn û Me’eret Elnu’man dane ber bermîlên teqîner û mûşekan û bûyerek ya bikaranîna gazê jî heye.
Toreyê got ko berî hêzên Rêjîmê ji bajêr derkevin 15 kes gulebaran kirin. Li gora hejmara ko Toreyê daye ji Îna 27 Adarê heta Îna 10 Nîsanê 236 kes ji nav wan 154 sivîl û 54 Zarok û 39 Jin hatine kuştin.
Ji aliyê xwe Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Elxadirî got: Hevbendiyê pir caran doz li dewletên hevalên Sûriyê kiriye, da çekên giran bidin Şoreşgeran da bikaribin beraber Firokên cengê birawestin û sivîlan biparêzin. Her wiha doz li civaka navdewletî kir ko bi berpirsiyariyên xwe yên yasayî rabin û sivîlan biparêzin lê tu bersiv nedîtine.
Elxadirî got ko di rojên buhirî de li bajarê Idlib derketina niştecihan pir çê bû giha 70% bi encama bombebarana gelemşe li ser taxên niştecihan ya ko bû sedema wêraniyeke mezin ku giha 15% ji avaniyan wêran bûn.
Cîgira Serokê Hevbendiyê daxwaz ji Hevpeymana Navdewletî kir da bombebarana firokên Rêjîmê li ser Idlib qedexe bikin. Da ew tiştê ji ber mayî biparêzin û kuştina sivîlan birawestînin. Hem jî bilez piştgiriya dezgehên dewletê bikin da rewş aram bibe û sivîl vegerin.
Her wiha Xadirî got alîkariya civaka navdewletî di rawestandina êrîşên firokan de dê nehêle ko rêkxistina Daiş ji rewşa nearam sûdeyê bigire, ya ko Rêjîm dixwaze bicî bibe.
Jêder: Hevbendî