Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê , retkirina xwe li ser agirbesta li aniya Heleb bi tenê bê ku navçeyên din wek Qelemûn û Der’a bi xwe ve bigire ji Stîvan Dî Mistora Şanderê navnetewî re anî ziman, bi tirsa ku rêjîma Esed hêzên xwe ji Helebê veguhêze bereyên din bo armanckirina Sivîlan li wan navçeyan, û li gor axaftina Cewad Ebû Heteb endamê Hevbendiya Niştimanî yê ku got ” Me ji Şanderê navdewletî xwest ku pilana xwe ronî bike, û biryara agirbestinê li jêr benda 7an be, da rê li ber nepabendiya rêjîma Esed bigire, ya hewl dide agirbestê bikar bîne ji bo nûkirina xwepêkanîna leşkerî “. Hejayî gotinê ye ku duhî Dî Mîstora serdana Şamê kir û bi hin berpirsên rejîmê re kom bû, piştî ku navborî li Tirkiya çendîn hevdîtin û civîn ligel Hevbendiyê û bi hin kesayetiyên rikaber re kirin, yên ku pilana Dîmistora weha dîtin”geravî û ne zelal e, û neavaye li ser tu biryara navdewletî ku aliyekî neçar bike, û her aliyek dikare wê binpê bike”, û di heman demê de rexne kirin li ” nebehskirina Dî Mistora pirsa çareseriya Siyasî li ser bingeha daxuyaniya Jinêf 1, û damezrandina desteyeka fermanrewayî ya veguhêz bi desthilatên tekûz, û dikeve berjewendiya rêjîma Esed û hevalbendiyên wî yên Îranî de”.
Jêder: Hevbendî