Emînarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehmê, di şeşemîn salvegera komkujiya Hemayê ya ku rijêma Esed di sala 2016an de pêk anîbû, tekez kir ku bêhelwestiya civaka navdewletî derbarê dosya sizakirina rijêma Esed li ser tawanên wê, rê li ber rijêmê vekir ku gelek komkujiyan pêk bîne, bêyî berçavgirtina karvedana navdewletî ya ku bandor li reftarên rijêma Esed ji 11 salan ve nekiriye.
Û Rehmê got ku komkujiya kîmawî li Hemayê ya ku gundên Eqeyrbet, Hemadî Omer, Elqestal, Elselaliye û Ciroh li gundewarên rojhilatê Hemayê armanc kirine, û di encamê de 70 sivîl (35 zarok û 14 jin di nav wan de hebûn) hatin kuştin, û nêzîkî 100 kesî birîndar bû, wê komkujiyê û Komkujiyên din xwezaya tawankarî ya rijêma Esed û rêbaza wê di danûstandina bi gelê Sûriyê re xuya kir, gelê ku daxwaza azadî û jiyaneke hêja kiriye.
Û Rehmê amaje kir ku tevî ku rijêma Esed keresteyên kîmawî 217 caran bikar anîn, û 1510 Sûrî bi belge kuştin (205 zarok û 260 jin di nav wan de hebûn) û birîndarbûna 12,000 kesên din li ber çavê hemû cîhanê û bi tekezkirinên navdewletî ku rijêma Eesed di ber van tawanan de berpisyar bû, ta niha rijêma tawankar desthilatdariya Sûriyê dike, bêyî ku ti hewldaneke rasteqîn hebe ku wê bîne pêşberî dadgehên navdewletî, û hîn bi ser de platformên navdewletî jêre vekirî ne, û tê de derewên xwe û sextekirina rastiyan belav dike.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî bang li civaka navdewletî kir ku berpirsiyariya xwe li hember dosya Sûriyê hilgire, û trajediya Sûriyê paşguh neke, û bi pêngavên cidî dadmendiyê bo gelê Sûriyê cîbicî bike, û bi biryarên navdewletî pabend be, nemaze biryarên 2118 û 2254 ji bo bicihanîna veguhestina siyasî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî