Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, cext kir ku ti çareseriyeke berdewam ji kirîza penaberan re û tawanên berdewam yên derbiderkirinê li dijî gelê Sûriyê bê rûxandina rijêma Esed û dadpirsîna serokê wê yê tawankar Beşar Esed nîne, û Rahmê tekez kir ku her çareseriyek li derveyî vê çarçoweyê dê tenê nîgaşên ku nayên pêkanîn be.
Û Rehmê tekez kir ku sedema dirêjbûna dema rûniştina sûriyan derveyî welatê wan, sistbûna civaka navdewletî di danûstandina bi rijêma Esed re ye, û tekez kir ku mayîna rijêma Esed li ser desthilatiya Sûriyê ew e ya ku rê nade bi milyonan Sûrî vegerin welatê xwe.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî peyamek arasteyî dewletên ku mêvandariya penaberên Sûrî kirine, kir, û têde spasiyên xwe ji bo hewandina penaberan anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya ku hemû mafên penaberan yên ku di yasa û rêgezên navdewletî de hatine bidin wan, kir.
Û Rahmê bal kişand ser pêwîstiya asankirin û hêsankirina şert û mercên yasayî yên têkildarî rûniştina penaberan li dewletên ku lê bûne mêvan, û pejrandina pasaportên berdest ji bo penaberan, ra ku dema wan derbasbûyî be jî, her wiha belgeyên rêwîtiyê bidin wan.
Û di hemanê mijarê de Rehmê ji dewletên ku mêvandariya penaberan kirine xwest ku yasayên ku nijadperestiyê û dijîtiya penaberan wek sûc dibînin derînin, da ku pêkvejiyanê di nav gelan de biparêzin, û hişyarî da ku pêwîste penaber hemû kaxezên xwe yên yasayî derxîne, û pabendiyê bi yasayên welatê ku lê bûye penaber bike.
Û Rehmê got ku dersînorkirina penaberan binpêkirina yasayên navdewletî ye, nemaze ji ber ku metirsî hîn jî hene, ji ber ku bi dehên raporan çesipandin ku derbiderên bo deverên di bin kontrola rijêma Esed de hatine şandin, rastî girtin, îşkence û di gelek haletan de rastî kuştinê jî hatin.
Û got ku metirsiyeke mîna wê heye eger penaber bo deverên di bin kontrola milîsên PYDe yên terorîst de bên dersînorkirin, ji ber ku ew tê wateya peydakirina mirovan ji bo leşkerkirina di nav milîsan de bo leşkeriya neçar di nav rêzên xwe de, tevlî jin û zarokan jî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî