Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, got ku divê civaka navdewletî bi wekhevî di dosyayên Sûriyê û Okraynayê de tevbigere, û bal kişand ser ku paşguhkirina tawanên rijêma Esed, di dema ku hewildanên navdewletî hene ji bo girtin sizakirina Putin bi rêya derxistina fermana girtina wî ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navdewletî ve li vê dawiyê, ji ber tawanên dijî mirovahiyê û tawanên cengê yên ku hêzên Rusya li ser xaka Okranyayê pêk anîne.
Û got: “Em bang li civaka navdewletî dikin da bi awayekî cidî hewl bide ku biryara girtinê ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navdewletî ve derkeve, li dijî tawankarê cengê Beşar Esed, yê ku sedema sereke ye di afirandina trajediyeke mirovî ya bêhempa de li Sûriyê, bi sedema bihezaran tawanên ku wî di salên desthilatdariya xwe ya nerewa de li Sûriyê li dijî gel pêk anîne, nemaze tawanên bi çekên kîmawî yên ku li ser wî hatine çespandin, li gorî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, ya ku lêkolîn derbarê tawanan di demeke berê de pêk anîbûn, û rijêma tawankar hevpara Rusyayê bû di şerê wê yê dijminkarî li dijî Okraynayê de.”
Û Rahmê dewam kir û got: “Em piştgirîya dadpirsîna hemû tawankaran li seranserê cîhanê dikin, û em ji gelê Okranî yê dost re aştî û rizgariyê dixwazin, piştî ku heman hêzên tawankar ên ku êrîşî Sûriyê kirine, êrîşî Okranyayê jî kirin, û em tekez dikin ku ji mafê gelê Sûriyê ye jî, ku di civaka navdewletî de bi awayekî dadmendî danûstandin pêre bibe, ji ber ku ew hîn jî li dijî rijêma qirkirin, teror û Kaptagonê şer dike.”
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî, xweşhaliya xwe bi sizayên ku ji aliyê Wezareta Xezîneya Amerîka ve bi hevkarîya li gel Birîtanya li dijî kesayetiyin sereke yên girêdayî rijêma Esed yên ku di berhemdan û bazirganiya Kaptagonê de kar dikin anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya sizayan û karkirina ji bo zêdekirina bandora wan kir, da ku bêhtir rijêma Esed ji civaka navdewletî bête dûexistin ji bo vekirina rê ji dadpirsîna wê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî