Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tundî û serkutkirina ku rijêma Îranê dijî xwepêşanderên li Tehrana paytext û hejmarek ji parêzgehên dîtir piştî ku metingên nerazîbûnê duh li dar ketine û têde silogan dijî rijêma meleyan û Xamineyî hildane, şermezar kir.
Û Rehmê tekez kir ku gelê Sûriyê yê azadîxwaz piştgiriya gelê Îranê bo ruxandina rijêma zordar û terorîst dike, daku guhertineke demokratîk li welêt pêk were.
Û Rahmê diyar kir ku rizgarbûna ji rijêma melayan bûye pêwîstiyek ji gelê Îranê re yê ku rastî zordarî û serkutkirin û birçîkirinê tê, her weha pêdiviyek lezgîn e ji bo ewlehiya deverê, ji ber ev rijêm piştgiriya bi dehan milîsên terorîst ên ku tawanên xwe li gelek dewletên erebî pêk tînin bi taybetê li Sûriyê dike.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaza piştgiriya xwepêşandanên Îranê ji civaka navdewletî kir, daku gelê Îranê azadiya xwe bi dest xwe ve bîne, û dever ji destê rijêma terrorist ya ku dixwaze deverê perçe bike û tevna civakî ji hev bixe û nefret û mezhebperestiyê di nav gelan de belav bike rizgar bibe.
Tê zanîn ku ji roja Şemiya bûrî ve, xwepêşandanên hêrsdar li çend bajarên Îranê di nav wan de paytexta dewletê Tehran jî çêbûne, Ji ber reftarên hêzên ewlekariyê bi jinan re, bi taybet piştî mirina keça 22 salî Mahsa Emînî, roja Îna bûrî, Piştî ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû girtin û ji ber îşkencê canê xwe ji dest da.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî