Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tawanên rijêma Esed di gurkirina xwe ya leşkerî ya îro de li bakurê Sûriyê û komkujiya ku li gundewarê rojavayê Helebê pêk aniye şermezar kirin, hevdem li gel komkujiya metirsîdar ya ku Rusya li Okranya bi bombebarkirina dikaneke keresteyên xwarinê û qehwexaneyekê li nêzî bajarê Robîyansk pêk aniye, û bûye sedema mirina nêzîkî 50 kesî.
Û Rehmê got: Şêwazên tawankariyê li Okranya û Sûriyê mîna hev in, ji ber ku herdu gel hîn jî derdeseriya terora Rusya û hevalbendên wê dikşînin, û ji ber tawanên dubare li dijî xelkê bêguneh, di nav tirs û sawa berdewam de dijîn.
Û got ku di dema ku em komkujiya hovane li Okranya şermezar dikin, em amaje dikin ku rijêma Esed û Rusya di îro bi tenê de nêzîkî 25 gund û bajarokên deverên rizgarkirî li Sûriyê bombebaran kirine, û di encamê de gelek sivîl şehîd ketine, û bi dehan jî birîndar bûne.
Û Rehmê tekez kir ku rijêmên diktator ên hov li gelek deveran piştgiriya hev dikin, û terora xwe bi hevkarî li Sûriya û Okranyayê pêk tînin, û pêwîstiya vê yekê bi tevgereke navdewletî ya kartêker heye, da ku dawî li trajediya gelên Sûriyê û Okranya bîne, û beşdariyê di pêkanîna aştiya navdewletî û ewlehiyê de bike.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser ku tevî tirajîdiya ku gelê Sûriyê ji ber berdewamiya êrîşên rijêma Esed û Rusya têde dijî, piştevaniya gelê Okranya yê dost dike û li gel mafê wî yê rizgarkirina deverên ku Rusya dagîr kirine radiweste.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî