Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku doseya tawankariya rijêma Esed ya reş bi avêtina werîsekî ji aliyin navdewletî ji rijêmê re nayê veşartin, û hişyarî da çi alî an dewleta hewil dide ku rijêmê bide pêş di rêya normalkirina têkliyan pêre an di rêya vexwendina wê ji çi civateke navdewletî re.
Û Rehmê got ku komkujiya taxa Eltedamun ya Şamê yaku rojnameya The Guardian eşkere kiriye, û raya giştî li hemberê matmayî maye, tenê xelekek ji zincîreke komkujiyên bêhejmare yên ku rijêmê û keriyên xwe yên hov bi awayekî rojane ji destpêka şoreşê de di sala 2011an de pêk tanîn, û bal kişand ser ku divê dîmenên weke van di bala her kesê ku dirame rijêmê ji nû de çalak bike de be.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser ku di serdema kolonyalizmê de yaku cîhana erebî têde rastî hejmarek mezin ji komkujiyan û dana pakrewanan hatiye, lê bi tiştê ku rijêma Esed bi serê gelê Sûriyê kiriye re nayê pîvan, ji ber ku rijêmê bêhtir ji melyonekî ji mirovan kuştin û nîv melyon girtin û binçav kirin, û zêdetir ji nîvê gelê Sûriyê aware û koçber kir.
Û Rehmê bal kişand ser ku gelê Sûriyê di şoreşa xwe ya gewre de hêza xwe ji dîroka nêzîk û berevaniya gelên ereb di ber daxwazên azadî û serxwebûnê de nemaze ji gelê Cezair yê bira, gelê ku melyonek pakrewan ji bo azadî û serxwebûnê daye, werdigirt. Û bibîranî ku qurbaniyên gelê Sûriyê û komkujiyên ku dijî wî pêk hatine û pakrewanên ku di rûbirûbûna rijêma Esed ya tawanbar de pêşkêş kirine, ji yên ku gelê Cezair di cenga xwe ya serxwabûnê de dane nekêmtir e.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji gelê Cezairê yê gewre û Serokê wê Ebdilmecîd Tebon xwest, ku xaka Cezair yaku bi xwîna pakrewanan hatiye avdan, pêşwaziya tawanbarekî cengê mîna Beşar Esed li ser xaka xwe nekin, û beşdariya wî di Lotkeya Erebî ya dahatî de nepejrînin, ji ber ku tawanên kuştin û wêrankirin û koçbrerkirinê yên rijêma Esed ji tawanên serdema kolonyalizmê bêhtir in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî