Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî çalakiyek şoreşgerî li bajarê Ezazê bi boneya bîranîna 12emîn salvegera şoreşa Sûrî ya gewre li dar xist, û têde endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, çalakvanên şoreşger, rêxistinên civaka sivîl, û komeke mezin ji xelkê deverê amade bûn.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Necîb Rehmûn di ahenga ku bi xwendina ayetên Qurana pîroz, û sirûda niştimanî ya Sûrî û rawestana kêliyeke bêdeng bo giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, tekez kir ku 12emîn salvegera şoreşê rijdiya me li ser pêşveçûna di rêya azadiyê de zêdetir dike, û pabendbûna me bi pirensîpên şoreşa Sûrî ya gewre pirtir dike, û amaje bi wê yekê kir ku ev rijdî di riya tijîbûna meydanan bi şahiyên vê boneyê li hemû deverên rizgarkirî xuya kir.
Û Rehmûn di axaftina xwe de got ku dengê gel li meydanên deverên rizgarkirî serdema şoreşê nû kir, û ji cîhanê tevî re çesipand ku ti çareserî li Sûriyê bêyî ruxandina rijêma Esed û sembolên wê nîne, û cext kir ku ne gengaz e ku ev rijêma herifî û jihevketî were vejandin, û azadîxwazên Sûriyê tekez dikin ku çênabe ew hebûna vê rijêma tawankar ji îro pêve bipejrînin.
Û Rahmûn bal kişand ser ku ti bijarde li pêşiya me tune ji bilî têkoşîna bi hev re ta rûxandina vê rijêma mêtinger, û avakirina Sûriya ku di xwena me de ye, Sûriya azadî û rûmetê, û pêkanîna armancên şoreşa gewre û lidarxistina ahengan bi cejna serkeftinê û rizgarbûna ji zordaran, û tekez kir ku ti paşerojek ji rijêma Esed a tawankar yaku em ji bo hilanîna wê dixebitin re tune ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya