Hêzên rêjîma Esed herêmên niştecihan li gundewarê Hema û Idlib û Helebê bi topxan û mûşekan amanc kir, di heman çaxê ko Netewên Yekgirtî gihaye qonaxên dawî ji pirosêsa ragehandina komîta destûrî û destpêkirina karê wê, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko rêjîma Esed vê rêbaza leşkerî di ser ya siyasî re dibîne.
Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko hêzên rêjîma Esed dîsa peymana Idlibê binpê kirine, û taxên niştecihan li bajarê Elletaminê li gubdewarê Hema yê bakur bombebaran kirine, û bi mûşekan çend herêmên derdorê jî bombebaran kirine, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûne, û bi berfirehî taxên niştecihan wêran bûne.
Her weha bajarokê Elmensûre li gundewarê Helebê ketine ber topa hêzên Esed, û bajarê Circinaz û derdora bajarokê Has li gundewarê Idlib ketine ber bombebarana mûşekên zemînî.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya di demeke berê de tekez kiribû ko rêjîma Esed hêj red dike jidil têkeve pirosêsa siyasî, û bombebarana herêmên rizgarkirî berdewam dike, û sivîlan digire û wan heta mirinê êşkence dike.
Û Yihya dibîne ko ew operasiyonên leşkerî yek ji kirdeyên rêjîmê ne da bêserûberiyê çêbike, û derfeta siyasî têk bide, wek ko ana bo destpêkirina karê komîta destûrî çêdibe.
Û got: ‘’ Rêjîm çi çareseriyên siyasî napejirîne, û daxwazên miletê Sûrî ên ko di destpêkê de di asta xwe ya herî kêm de bûn red dike‘’. Û berpirsiyarî tev da ser milê rêjîmê, çi ya xerbkirinê be, an zehmetkêşiya gelê Sûriyê û kuştarên berdewam be, û got: ‘’ Esed kêmtirîn vegera ji helwesta xwe wek destpêka dawîhatina xwe dibîne.‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî