Di demjimêrên borî de li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bi destê hêzên rêjîmê bi dehan kes şehîd ketine û birîndar bûne, ko rêjîma Esed hêj nahêle karwanên alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin, û ev yek jî li dijî deqa biryara Encûmena ewlehiyê ya 2401ê ye.
Koçka spî di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ko serokê Emerîka Donald Tiramp di peywendiyek telefonî de digel serokê Firensayê û rawêjkara Elmanî Engêla Mêrkil tekez kir ko giring e rêjîm û yên piştgirên wê Rûs û Îranî biryara Encûmena ewlehiyê di cih de cîbicî bikin, daxuyaniyê got ko ‘’Waşinton li hovîtiya rêjîma Esed naborîne.’’
Netewên Yekgirtî dîsa daxwaz kir ko bombebaran li ser Xûta rojhelat raweste û alîkariyên mirovî derbas bibin, berdevkê emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî Istîvan Dogorîk li bargehê herdemî yê Netewên yekgirtî li Niyûyorkê ji rojnamenan re got: ‘’ev ne mijareke aloz e tako neyê cîbicîkirin, em dixwazin şer raweste, agirbest cîbicî bibe û yekser alîkariyên mirovî derbas bibin. ‘’
Endamên berevaniya sivîl gotin ko bi sedema bombebarana bajar û bajarokê Xûta rojhelat bi mûşek û topbaranê17 sivîl şehîd ketine, û rêjîmê û firokên Rûsya bombeyên goşyî li dijî sivîlan bikar anîne.
Di heman demê de rêjîm berdewam e di nehêlana derbasbûna alîkariyên mirovî bo Xûta rojhelat. Rêkxistina Netewên yekgirtî ya zaroktiyê”Yonisêf” ragehand ko karwan amade ne ji bo alîkariya 180hezar kesên di herêma dorpêçkirî de ne bikin, lê li benda erêkirinê ne ji bo derbasbûnê.
Birêveberê rêkxistinê Xîret Kabalarî di kongirekî rojnamevanî de duh diyar kir ko tu nîşandekên peymaneke nêzîk bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo niştecihên Xûta rojhelat yên ko hejmara wan 400hezar in, an ji bo derxistina 1000 kesên ko hewcedarî çareseriyeke bijîşkî ne nîn in.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî ya hejmar 2401 kir. Elhekîm got gerek Encûmena ewlehiyê nehêle Rûsya bi biryarên navdewletî bilîze û wan bike sîwan tako tawankariyên cengê yên nû derheqê sivîlan de li Xûta rojhelat pêk bîne.
Rêjîm û hêzên hevalbendên wê ji sala 2013ê ve Xûta rojhelat dorpêç kirine û nahêlin çi karwanên alîkariyên xwarinê û yên bijîşkî derbas bibin, û bi ser de jî wê bi çekên cobicor bombebaran dikin, û Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî dibîne ev tawankariyên cengê ne û daxwaz kir ko zû bêtin rawestandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî