Firokên Perwane yên Rêjîma Esed doh bi şev Bajarokê Biniş li Gundewarê Idlib amanc kir, Di êrîşê de Bermîlên teqîner yên ko bi gaza kilor dagirtî bi ser de avêtin, bi wê yekê jî dîsa biryara navdewletî hejmara 2209 binpê kir, Ew jî bersiv bû li ser pêşveçûna Şoreşgeran li hemû aniyên şer.
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit got: “Rêjîma Esed bi vê yekê bû 7 êrîşên bi gaza kilorê di 20 rojên di pey derçûna biryarê re bikar anîne, bê ko ji Encûmana Ewlekariênyê an jî dewletên ko li biryarê xwedî derketin û deng danê tu helwest derkeve” .
Toreya Sûrî ya nûçeyan ya mafê mirovan, 6 binpêkirinên biryara 2209 ya ku 06.Adarê.2015 derketiye, li 32 Herêman ko bûye sedema şehîdbûna 59 kesan bi bînçikandinê belge kirine.
Elmislit bang da alayên Artêşa Azad ku” saxlemî û jiyana Sivîlan di pileya yekem ji guhdana wan de be”.
Anî ziman ko “pêşveçûna Şoreşgeran li Herêma Gundewarê Idlib, wê bi beraberiyeke tawankarî ya bêhvîbûnê ji aliyê Rêjîmê ve bi bal sivîlan de hebe, da tirsê û nearamiyê têke nava milet de, bi taybetî bêdengiyeke navdewletî heye û Encûmena Ewlekariyê û Rêkxistinên Navdewletî berpirsiyariyên xwe hilnagirin”.
Jêder: Hevbendî