Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê dubare daxwaz ji heryek ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Komkara Erebî kir, da danûsandineke cidî li hember destêwerdana leşkerî ya Iranê di Sûriya de bike, û tekeziya hebûna mêlîşeyên Iranî yên terorîst di Sûriya de û şerkirina wan li aliyê hêzên Esed di şerên li Der’a û gundewarê Helebê û Qelemon û Xûta Şamê kir.
Herwiha Hevbendiyê pêşwazî li pêşniyara îro ya cêgirê sikertêrê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Bin Hilî derbarê pêkanîna hêzeka Erebî ya hevbeş kir, bo beşdariyê di parastina Asayîşa Neteweya Erebî de, ku goman têde nîne wê destêwerdana Iranê di Sûriya de wê karê sereke be, di civata bilind ya komkara Erebî de, ya gerek bête bestin di 28 vê Adarê de.
Ji aliyê xwe ve berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit tekez kir ku, Hevbendiyê berî nuha jî “daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û Komkara Erebî kiribû ji bo bestina civîneka taybet ji bo vê destêwerdanê û derxistina biryareka vebir ku destdirêjiya rêjîma Iranê li ser serweriya Sûriyê bidawî bike, hêjaye gotinê ku hêzên siyasî yên nûnerayetiya Şoreşa Sûriyê dikin ji destpêkê de daxwaza aktîvkirina Komkara Erebî kirin, û di heman demê tekezî kirin li ser pêwîstiya ku komkar bi rola xwe ya rasteqîne rabe di pêvajoya rûdanan de, ku Hevbendiya Niştimanî pabendiya xwe bi van daxwazan destnîşan kir, û ji aliyê xwe ve daxwaz ji Komkara Erebî kir ji bo lidarxistina Civîneka awarte û derxistina biryarinan bo rizgarkirina Sûriya û milet û paşeroja wê, û îro Hevbendî û bi şêweyekî rijd daxwaza berçavgirtina destêwerdana Iranê û piştgiriya wê ji rêjîma Esed ya kujer re dubare dike”.
Elmislit di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, metirsiya destêwerdana leşkerî ya Iranê ji sûriyê tenê derbasbûye ” heta bûye metirsiyek li ser deverê bi giştî, îro Iran di navçeya Erebî de berfereh dibe, bi riya bikaranîna hokarê mezhebî yê hevbeş bo pêkanîna berjewendiyên rêjîma xwe ya zordest û pirojeyên xwe yên taybet, li şûna xwe di deverê de nakokî û mêlîsya û kanton çêkirine, û ev kar dûr in ji pirojeyên niştimanî û yên netewî, ji Iraqê heta Libnan û Sûriya û Yemenê, ku ev piroje bi xuyatirîn rengê xwe diyar dibe, û bitenê pirojeyekî Erebî yê hevbeş bo parastina asayîşa netewî dikare rê li pêşiyê bigire, herwiha bi rêka rawestandina vê berfirehbûnê û parastina berjewendiyên Erebî yên hevbeş”.
Jêder: Hevbendî