Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Sûriyê li Qeterê D. Bilal Tirkiyê, xweşhaliya xwe bi axaftina Alîkara Wezîrê Derve yê Qeter Lulua keça Raşid Elxatir li pêşiya Encûmena Mafên Mirovan li Netewên Yekbûyî anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna kirîza mirovî ya li Sûriye bi awayekî mirovane û dûrî berjewendiyên siyasî kir.
Û Tirkiyê tekez kir ku bobelata erdhejê valahiyeke mezin çêkir di navbera dirûşm û yasayan û bicîanîna wan li ser xakê, û got ku ziyana deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê ji ya hemû deverên Sûriyê mezintir e, lê tîmên Netewên Yekbûyî ne di wextê xwe de gihiştin wê derê, berevajî danûstandina wan li gel deverên di bin kontirola rijêmê de, û ev meyldariyek eşkere ye.
Û Alîkara Wezîrê Derve yê Qeterê Lulua keça Raşid Elxatêr, gotarek li pêş Encûmena Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî pêşkêş kir, û têde tekez kir ku civaka navdewletî careke din hêviyên gelê Sûriyê yê birîndar şikandin.
Û amaje bi wê yekê kir ku liva civaka navdewletî di bobelata mirovî ya ji ber erdheja wêranker de sar û dereng bû, û li gorî bercewendiyên siyasî bû, yên gel ne beşek jê bû, û ne jî beşek ji hevsengiyên navdewletî bû, yên ku bi bihaneya qedexekirina terorê ji salan de, hiştiye ku miletek bi temamî were kuştin û koçberkirin bêyî ku civaka navdewletî bilive.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî