Rêvebiriya Dergehê Bab Elselame ê sînorî yê girêdayî Wezareta Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, bi boneya cejna qurbanê rênmayên taybet bi kesên serdana cejna remezana bûrî kirine derxist.
Û di rênmayên taybet de hat ku “xelkên me yên rûmetdar, bi boneya cejna Qurbana pîroz em zaniyariyê didin ku vegera kesên sardana bo cejna remezanê kirine, ji roja pênşemê katijmêr 12 nîvro ta roja duşemê 3/8/2020an de dê rewste, û êdî ji nû de veger dê di roja sêşemê 4/8/2020an” de dest pê bike.
Hêjayî gotinêye ku aliyê Tirkî bi hevrêziya li gel dergehên sînorî ji aliyê Sûrî ve, di dema herdû cejnên remezan û qurbanê de, her sal, rê didin xelkê ku derbasî xaka Sûriyê bibin, piştî ku di riya lînkên taybet bi rêvebiriyên xalên sînorî re navên xwe tomar dikin, li gorî mercên ku ew rêvebirî nîşan dike. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî