Balyozxaneya Sûriyê û revanda Sûrî li Qatarê xwepêşandanek ji bo piştgiriya “Qehremanên Horan” organîze kirin, ji ber êrişa leşkerî ya dijwar ji alîyê rejîmê û Rûsiya li dijî herêmên başûrê Sûriyê.
Li bin navê “Der’a dergûşa şoreşê û goristana dagîrkeran e”, Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li dewleta Qatar Nizar Alharaki, tekez kir ku revenda Sûrî li Qeterê wê her dem bi “berxwedana Horanê” re be.
Û got: “Emê bi we re rawestin, ji bo bidestxistina rûmeta xwe, û gihiştina spêdeya azadiyê û hêviya gel”, û bal kişand ku gelê Sûrî azadîxwaztirîn milet e, ku zêdetir ji pêncî salî ye rejîma Esed ew ji azadiyê bêpar kiriye.
Ziya Mubarek, Cîgirê Serokê revenda sûrî li Qeter, diyar kir ku “rewşa Horanê îro wek rewşa Sûriya birîndar e, ku piyala tehliyê ji destê malbata Esed vexwariye, ew malbata ku Sûriya ji xwe re kiriye wek milkekî taybet”, û weha jî got: “Der’a bi biryara stemkaran tê bombebarankirin, ji bo vemirandina şoreşê di dergûşa wê de”.
Di heman çarçoveyê de, ji hêla xebatkarên rêxistinek mirovî li Erîhayê li bajarê Idlibê, pêr roja sêşemê, xwepêşandanek hatibû lidarxistin ji bo piştgiriya koçberên parêzgeha Der’ayê yên ji ber zilma rejîma Esed reviyane, di dema operasyona leşkerî ya ji aliyê rijêmê de, bi piştgiriya hêzên firokên Rûsiyayê.
Xwepêşanderan tablo bilind kiribûn û li ser nivîsîbûn: “bedena me li Qeterê ye û dilê me li Der’a ye”, “Der’a di bin agir de ye “, û tekez kirin ku armanckirina zarok û nexweşxane û navendên Berevaniya Sivîl, tawanên dijemirov in.
Herweha li parêzgehên Idlib û Helebê di rojên borî de, çend xwenîşandan ji bo piştgiriya Der’a hatin lidarxistin, û li bajarê “Aldana” û gundê “Has” nêzîkî Idlib, ji aliyê encûmena Heleba Azad li roja yekşemê xwepêşandaneke piştgiriyê li gundê “Khan -Ele’sel” li parêzgeha Helebê hatibû lidarxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî