Girûpa kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, bang li desthilatên Yonanîstanê kir ku dawî li binpêkirinên nobedarên peravê û nobedarên sînor dermafê penaxwazên ku dixwazin xwe bigihînin parzemîna Ewropa bi sedema cengê û şert û mercên jiyanê yên dijwar bînin.
Û Girûpa kar got ku wê dijminkariyên polîsên sînorî yên Yonanistanê ên bi tundî li ser penaxwazan û dafdana wan penaberan berve axa Tirkiyê di seqayeke sermaya dijwar de piştî ku ew penaber bêcil kirine, her weha nehêlana nobedarên peravê yên Yonanîstanê ji daketina penaberan re li giravan, û hewldanên binavkirina keştiyên wan ku bûye sedema noqbûn û binavbûna wan keştiyan, belge kiriye.
Û Girûpa Kar ya Mafnasî bal kişand ser ku kiryarên Yonanîstanê yên dijî penaberan li ser sînorên xwe binpêkirineke eşkere ye, û berûvajî prensîba bingehîn a yasaya penaberiyê (benda 33/1 ya Peymana 1951) ye, yaku qedexe dike ku dewlet bi çi awayî penaberan derbixin û vegerînin dewletên jê hatine, an herêmên ku dibe ku têde jiyan an azadiya wan di bin metirsiyê de be.
Û Rêxistina Mafnasî yaku navenda wê li Londonê ye, ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan daxwaza fişarê li ser Yonanistanê kir, daku mafên penaberan binpê neke, û li gorî yasaya penaberiyê û peymanên navdewletî yên pêwendîdar bixebite.
Û berî bi demekê Endamê Desteya Siyasî Rêvebirê Ofîsa Karûbarê Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de D.Selîm Idrîs, tekez kiribû ku tiştê tê serê penaberên Sûrî li Yonanistanê dijî rewişt û yasayên navdewletî ye, û daxwaza dadpirsînên serbixwe kir, daku nasnameya berpirsên di ber hewldanên noqkirina keştiyên penaberan de diyar bikin.
Û Idrîs amaje bi wê yekê kir ku desthilatên Yonanistanê yasayin derxistin da ji erkên xwe yên navdewletî derbarê penaxwazan birevin, ew erkên ku di rêkeftina Cinêvê ya sala 1951ê derbarê penaberan de hatine, û têde hatiye ku çênabe kesên mafê penaberiyê xwestine bên girtin an koçberkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî