Îro roja duşemê û di êrîşên firokên şer yên Rijêmê de li ser herdu bajarokên Seqba û Hemoriyê pênc sivîl şehîd û hin kesên din birîndar ketin.
Û çalakvanan ragihandin ku piraniya birîndaran jin û zarokin û bi birînên corbecor hatine birîndarkirin, tevî ketina ziyanên mezin li avahiyên nişteciyan.
Herwiha firokên Rijêmê rabûn bi heman şêweyî bi pêkanîna êrîşan li dijî bajarokên E’rbîn û Hemoriyê û Cisrîn û têde du kes şehîd û hin kes birîndar ketin.
Û di amarekê de ku ji aliyê Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ve hatiye pêkanîn, duhî 45 binpêkirin ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya li dijî Idlib û Hema û gundewarê Şamê hatine pêkanîn.
Di heman çarçovê de, firikên şer rabûn bi encamdana zêdetir ji 30 êrîşan li ser taxa Cober li Şamê, û bû sedema birîndarbûna sivîlan û wêrankariyek mezin.
Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya vê yekê xist li ser milê Rûsiya ji ber ku ew aliyek gerantor e, û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku pêwîst e Mosko xwe dûr bike ji rola hevpar di pêkanîna tawanan de û serederî û reftarê bike wek aliyek berpirsyar di ber aştiya navdewletî û çavdêriya piroseya aştiyê de.
Jêder: Ofîsa Raguhandina Hevbendiya Niştimanî / Belefî News