Hevbendiya Niştimanî tawankariya firokên rijêma Esed li ser wargehên artêşa Azad û artêşa Tirkiyê yên beşdar di oparesyona “Mertala Feratê” û şehîdbûna sê serbazên Tirkiyê û birîndarbûna deh serbazên din şermezar kir.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de gotibû ku ” ku ev kiryara pirotestokirî, hewlek nû ye bo piştgirî û parastina rêxistina DAIŞ ji aliyê Rijêmê ve”, û herwiha dît ku ew “hewleke bo peydakirina piştgiriyek esmanî ye bo çekdarên DAIŞ li hember pêşketinên berdewam yên oparesyona “Mertala Feratê”, ya bi saya piştgiriya Tirkiyê pêş dikeve, û bi rastî dijberiya DAIŞ dike, û ji bo bidawîkirin û qewtandina çete û çekdarên wê ji qada Sûriyê serkeftin bidest anîne”.
Herwiha Hevbendiyê berpirsyaretiya vê tawanê û encamên wê xist di stûyê rijêma Esed de, û hevdem tekez kir ku oparesyona “Mertala Feratê” wê berdewam be heta jinavbirina terorê bi hemî şêwe û dîmenên wê.
Hêjayê gotinê ye ku Mertala Feratê karî serkeftinên giring li dijî rêxistina DAIŞê bidest bîne, ku her ji destpêkirina wê di 24’ê tebaxê de kariye bajarê Cerabilus kontrol bike û wê bi gundê Elra’hî bigehîne û niha amadekariya çûna ber bi Babê dike.
ku niha bajarê Babê yê stratîjîk ji aliyê tabûrên artêşa Azad hatiye dorpêçkirin û amadekarî û berhevî dibin ji bo kontrolkirin û rizgarkirina wê ji dest rêxistina DAIŞê , hevdem ligel berdewamiya şer û pevçûnan di navbera hêzên şoreşê û milîsên “PYD” de li gundê Cibeldem de li nêzîk bajarê Babê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê