Tora Sûrî ya Mafên Mirov, got ku wê azadbûna nêzîkî 556 kesan belge kiriye, ji girtiyên ku rijêma Esed ji navendên xwe yên sivîl û leşkerî yên cuda û şaxên ewlekariyê li parêzgehên Sûriyê di dema ji 1-5-2022 heta 12-8- 2022yan de li gorî mersûma lêbûrînê ew berdane.
Û Tora Sûrî bal kişand ser ku di nav kesên hatine azadkirin de 61 jin û 16 kesên ku di dema girtina wan de zarok bûn hene, herwiha herî kêm 158 kesên ku berî girtina wan şert û mercên ewlehiya xwe bi lihevkirina bi dewletê re bi cih kiribûn, û soz dabûn wan ku kes ji şaxên ewlekariyê nîzî wan nabe, û 28 kes ji ji wan penaber û niştecihên derve ne, û piştî ku vegeriyan sûriyê hatin girtin, 4 jin di nav wan de hene.
Û Hevbendiya Niştimanî careke dî tekez kir ku lêborîna ku ji aliyê tawankar Beşar Esed ve hatiye dayîn, tenê xapek e, û ew di girtin û îşkencekirina girtiyan de bi awayekî rêbazkirî berdewam e.
Û ji Netewên Yekgirtî daxwaza liveke bilez û karekî cidî kir, ji bo misogerkirina serbestberdana girtiyên di girtîgehên rêjîmê de û diyarkirina çarenivîsa wan, her wiha daxwaza pêkanîna dadweriyê di riya tuhmetbarkirina rêjîma Esed bi tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku bi dirêjiya salên bûrî pêk hatine kir.
û tekez kir ku ev hejmara mezin ji tawanên ku Rêjîm dijî gelê Sûriyê û bi taybetî dijî girtiyan pêk tîne, dihêle ku hemû dewletên ku piştgiriya vê rejîmê dikin yan jî hewla vegerandina peywendiyan bi wê re dikin, hevparê wê bin di tawanên dijî gelê Sûriyê pêk tîne de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî