Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Qedah di beşdarbûna civîna Encûmena Rawêjkariyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve bi amadebûna çend kombendên mafên mirovan û hinek aliyên Opisizyonê li Herêmê tekez kir ku: “ew kesên li civînê rûniştî ji hemû aliyên berxwedana siyasî û gelî bi tawanên dijî komên kesan yên li Sûriyê, Îran, Îraq û Xezê hatin agahdar kirin”
Dest nîşan kir ku: “Her yê Kujer yek tenê ye, tirora ko rêjîma Îranî û hevalbendên wê li herêmê dikin tune nabe, eger hemû hêzên gelan li herêmê hevrêzî û hevalbendiyê nekin, ew ên ko bi amanca rûxandinda stemkariyê beraberiya dijminekî hevbeş dikin”
Qedah li ser civînê wiha got: “Pir giring e,di bin siya çend komeleyên rawêjkariyê û beşdariya kesayetiyin navnetewî yên guhdanê bi vê dosyayê dikin, me pir bal kişand ser komkujiyên dermafê miletên herêmê dibin”
Herweha Mûsa Efşenar rikberê Îranî di kongir de got:
“Xala ko vî kongirî balkêştir dike ji yên dîtir, ew e ko hemû stembarên Herêmê himêz dike, û hemû hêzên niştimanî yên rikber yên ji bo guhertina rewşa setemkaî raperîne li xwe digre, ew stemkariya ko Çeteyine Desthilatdar li ser miletan feriz dikin,hemû pêkhatênmalbata Herêmê- Sûryê, Îran, Libnan û Filestîn- li cîgehê Netewî yê Mafên Mirovan civiyane da dozê li wan û hemû dewletên cîhanê bikin, ko Tawankar li ser tawanên kirine siza bibin.û civîna evan stembaran li cîgehekî netewî û rêkxistinên yakbûyî, piştî ko soz dan hev ko wê zordariyê birûxînin, ew dîmenek pir bibandor bû ji xwedî wijdanan re” .
Di hevdîtineke taybet de Nivîsgeha Ragihandinê bi Efşar re kir got: “Her sê Rêjîm Îranî, Esedî û Malikî her yek bi yê din ve girêdayî ye, hêza wan ne ji gelên wan e, lê ji peymanên leşkerî yên di nav wan de ne, yên di riya wan re dixwazin pîlanên xwe yên çandeyî û siyasî biçesipînin”.
Herweha Efşar bi çakbînî li nêzîkbûna ruxandina vê sêyaneya herêmî nerî û got: “Tekez e Rêjîma Elesed û Xamineî dê li ber ketinê bin, eger guherîneke rastî di serokatiya Desthilatê de çê bibe û ne guhertina durvan tenê be” .
Di dawiya hevdîtinê de Efşar got:” Bi şagirtbûna xwe di Dibistana Şoreşa Sûriyê ya pîroz de em Serbilind in, ya ko bi sedhezaran heta evê kêlîkê şehîd danîne da gotina xwe bicih bîne û dewleta yasa û azadiyê pêk bîne” .
Ev bû axaftina Mûsa Efşar yek ji serperiştên şoreşa Îranê ya li dijî dîktatoriya olî-Wilayet Elfeqîh- ya ko hewl dide derbasî Herêmê bibe.
Jêder: Hevbendî