Beşdarbûyên duwem-kongirê berfereh yê opozisyona Sûriyê li Riyad, paytexta Erebistana Si’ûdî, tekez kirin ku cihê Beşar Esed û bendeka wî her ji destpêkirina qonaxa veguhêz namîne.
Îro, duwem roja kongir bû, û têde daxuyaniya dawiyê derket, û têde endamên kongir cext li ser parastina helwesta oposizyonê derbarê piroseya danustandinan kirin, ku nabe destberdan bi hîç awayekî ji xwîna qurbaniyên gelê Sûriyê bibe, ya ligor tekesta daxuyaniya Cinêv1, derbarê “avakirina desteyeke hikumraniya veguhêz ku bikaribe seqayekî bêalî ji bo cêbicêkirina piroseya veguhêz peyda bike“.
Beşdarbûyên kongir dîtin ku ” cextiya li ser cêbicêkirina piroseya veguhestina siyasî û dabînkirina seqayeke aram û seqamgîr, tiştekî gewherî ye bo hemû kesî “, û tekez kirin ku ev yek bicih nabe bê çûna Esed û destekên wî û rijêma stem û zordestiyê her ji destpêkirina qonaxa veguhêz de.
Beşdarbûyan cext kirin ku tawanên şer li dijî gelê Sûriyê ji aliyê Beşar Esed û destekên desthilatdar hatine pêkanîn, û dîtin ku pêwîst e ew ligor yasa navdewletî û yasa mirovî ya navdewletî bêne dadgehkirin, û bal kişandin li ser giringiya raguhestina sercem tawankarên tawanên şer li Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî.
Endamên kongir di daxuyaniyê de diyar kirine ku armanca wan yekgirtina hêzên opozisyonê ye, li ser nêrîneke hevbeş ji bo çareseriyeke siyasî ligor daxuyaniya Cinêv û herdu biryarên encûmena ewlehiyê 2118 û 2254, û damezrandina qonaxa veguhêz ji bo welat ber bi sîstemekî siyasî demokrat û firealî û medenî bibe, û dabînkirina dadwerî û yeksaniyê.
Herwiha amadebûyan tekezî li ser yekparçebûna Sûriyê û serweriya dewleta paşerojê li ser tevaya xaka wê kirin, û pabendiya xwe anîn ziman li ser ku Sûriya; dewleteke firenetew û firekeltûr e.
Daxuyaniya dawiyê daxwaz ji NY û civaka navdewletî kir ji bo cêbicêkirina biryarên encûmena ewlehiyê û karkirin bi awayekî bilez û rijd ji bo cêbicêkirina biryarên taybet bi serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçkirinê ji ser navçeyan û gihandina karwanên alîkariyên mirovî bo xelkê pêwîstdar, û peydakirina zemînekê bo vegera koçber û penaberan bo cih û warên wan, û cêbicêkirina rêkeftina kêmkirina oparesyonên şer bi awayekî karîger û vebir û rawestandina binpêkirinên Rijêmê û hevalbendên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî