Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê kiryara kirêt ya revandina keça Sûrî ya penaber Ebîr Elca’ûr li navçeya El’eyn li qeza Be’elibek li rojhilatê Libnanê li ser destê kesekî bi navê “Mehdî Nizha” bi hevkariya hin çekdarên ser bi Hizibulah ve şermezar kir.
Hevdem Hevbendiyê Hikûmeta Libnanê û dezgehên wê yên ewlehiyê xist berpirs di ber saxî û ewlehiya wê de, ji ber ku ew berpirs e di ber parastina penaberên li ser xaka wê dijîn de, û herwiha daxwaza serbestberdana wê kir û daxwaza vegera wê bi saxî nav xizmên wê kir.
Di daxuyaniyeke taybet de ya Nivîsîngeha Ragihandinê de Hevbendiyê tekez kir ku: “Ev binpêkirinên berdewam yên li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê ji kiryarên revandin û kuştin û girtinê bi ser tawanên terorîstî yên Hizibulah ve tên dîtin, yên berdewam ew li Sûriyê bi rêka piştgiriya mikom bo rêjîma Esed ya tawankar û şer li kêleka wê bikar tîne”.
Jêder:Hevbendî