Şanda desteya bilind ya danûstandinan ya seredana Emerîka dike got ku giring e operasiyona danûstandinên Cinêvê berdewam bibe, û astengiyên ko rêjîma Esed li pêşberî operasiyona siyasî datîne nehêlin.
Şanda Desteya Bilind ev daxuyanî di gelek hevdîtinên xwe de yên ko roja pêncşembê li bajarê “New Yourk”ê pêkanîn gotin, dema digel wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr û wezîrê derve yê Omanî Yûsiv Bin Ilêwî û wezîrê derve yê Danimark Olrîk Fîster û Gard Kinodsin, û wezîra derve ya Keneda birêz Kirîsiya Frîland û şandeyarê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora, civiyan.
Hicab di hevdîtina xwe de ya digel Dî Mistora tekez kir ko giring e pêşinyazên nû bêne pêşkêşkirin da navgîniya navnetewî karibe astengiyên bingehîn nehêlin, ewên ko rêjîm bi serhişkiya xwe wan datîne û hevkariyê bi bizavên navdewletî re nake, û her dixwaze tawankariyên mirovî derheqê miletê Sûrî û bizava wî de bike, û dixwaze bi siyaseta koçkirina neçarî û nakokiyên mezhebî, xwe bisepîne.
Dr. Riyad di heman çaxî de hişyarî da derbarê hewildanên hin hêzên xwedan ecindeyên firehkirina kontrolkirina xwe ji xakê re, ji bo baweriya bi desteya danûstandinan û rastiya wê kêm bikin, û bizavê dikin ji bo operasiyona siyasî wekû alavekî bikar bînin ji bo dana rewayê ji Beşar re, yê ku bi bikaranîna çekên kmawî û çekên din yên qedexeya navdewletî li dijî sivîlan, rewayî ji dest daye .
Her weha hişyarî da ji metirisyên fişara hevalbendên Beşar dikin, ji bo navgîniya navnetewî kontrol bikin û çavan ji ser dosyayên bingehîn bigirin, wek dosya girtiyan û dadweriya veguhêz û sizakirina kesên binpêkirin derheqê miletê Sûrî de kirine, û sizakirina wan dabîn bibe.
Ligel şanda desteya bilind, endamê desteya siyasî ya hevbendiya niştimanî Bedir Camûs û endamê desteya giştî Ebdulhekîn Beşar û balyozê Hevbendiya niştimanî li Waşinton Necîb Elxedban beşdar dibin, û ev sededan li rex civînên komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî pêkhatiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî