Şanda bilind ya danustandinan ya niha li Niyoworkê û balyozê Hevbendiya Niştimanî li Waşinton Necîb Elxedban, ligel şandeke çalakvanên civaka sivîl yên Sûrî kom bû, û behsa giringiya karê rêxistinên civaka sivîl û rola wan di avakirina paşeroja Sûriyê de piştî çûna rijêma Esed kirin.
Di hevdîtinê de rola rêxistinên civaka sivîl yên Sûrî û hevtemamkirina wan û dezgehên opozisyona Sûriyê ji hev re hate gengeşekirin.
Rêxerê giştî yê desteya bilind Riyad Hicab tekezî li ser giringiya rola civaka sivîl di şoreşa Sûriyê de û avakirina paşeroja wê piştî çûna rijêma Bişar Esed kir, û avakirina civakeke sivîl ya demokrat li ser bingehê serweriya yasa û yeksaniyê û dadperweriyê.
Hicab careke din tekezî li ser helwesta pabendiya bi çareseriya siyasî ya li ser binemayê daxuyaniya Cinêv û biryarên navdewletî yên pêwendîdar kir, û got ku wê pîvana Desteyê “herdem daxwazên gelê Sûriyê û vîna wî azadîxwaziyê be, û ev tê wateya giringiya çûna Bişar Esed û sercem tawankarên destê wan di rijandina xwîna Sûriyan de heye”.
Li aliyek din çalakvan hatin li ser behsa giringiya karê hevbeş ji bo avakirina civakeke demokrat û firealî li Sûriyê, û tekezî li ser giringiya hevkariyê di navbera saziyên civaka sivîl û hêzên siyasî de kirin.
Tê zanîn ku şanda desteya bilind ya danustandinan bi serokatiya Hicab û beşdariya çend endamên Hevbendiyê niha li Waşinton in û hevdîtinan ligel serok û berpirsên dewletan li ser perawîza civînên komeleya NY pêktînin, ji bo gengeşekirina pêşhatên çareseriya siyasî û handana wan li ser pêşkêşkirina piştgiriyê bo dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina rûmet û azadiya xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî