Şanda Desteya Bilind ya Danustandinan ya ku di geşta heftan ya danustandinên Cinêv de beşdar e, bi rêka tora enternêtê ligel nûnerên çalakiyên sivîl û leşkerî yên navçeya Qelmona rojhilat civiya, ji bo gengeşekirina giringtirîn guhertinên leşkerî û siyasî yên li navçeyê.
Nûnerên navçeya Qelmon diyar kirin ku ew ” ji aliyê rêxistina DAIŞê ji aliyê Badiyê ve û ji aliyê rijêma Esed ji aliyek din ve bi carekê re hatine dorpêçkirin “.
Hêjaye gotinê ye ku rijêma Esed vê dawiyê û bi piştgiriya artêşa Rûsiya operasyonek leşkerî ya berfereh li dijî sivîl û şoreşgerên navçeya Qelemona rojhilat li gundewarê Şamê pêk aniye, her wekî sînariyoek hevşêwe ya ku li çend navçeyên Sûriyê hatiye pêkanîn, û bi koçberkirina neçarî û guhertina dîmografîk bidawî hatiye.
Ev operasyon hevdem ligel girtina take derwazê bajarê Cîrod hat, û bi nerîna nûnerên navçeyê ev yek wek pêgavekê ye ji bo ” zêdekirina fişaran li ser sivîlan, ji bo qebûlkirina rêkeftineke agirbestê ku Rûsiya hewl dide li ser xelkê navçeyê ferz bike”.
Herdu aliyan piroseya danustandinan ya ku di navbera şoreşger û Rûsiya û rijêma Esed de di civînê de gengeşe kirin, û nûnerên navçeyê tekez kirin ku “qebûlkirina danustandinan ligel Rijêmê nayê wateya xweradestkirinê, û tekez kirin ku ew berdewam in di parastina navçeyên xwe de”, û gotin ku ew Rûsiya wek aliyekî gerantor nabînin, lê ew dibînin ku ew her dem bercewendiyên Rijêmê pêk tine, û berdewam piştgiriya wê dike.
Ji aliyên xwe ve, endamên desteya bilind cext li ser wê yekê kirin ku fayilê Qelemon û Ersal ji aliyê şanda danustandinkar di hevdîtinên wê yên ligel dewletên kartêker û rêxistinên navdewletî de hatiye pêşkêşkirin, û serokê şanda desteya bilind Corc Sebra got ku em ” gelek bizavan dikin û hewl didin ji bo karakirina rêkeftina agirbestê li tevaya Sûriyê, ne li Der’a bi tenê”.
Corg Sebra got ku bizavên Rijêmê yên ji bo pêkanîna danustandinên ligel xelkê Sûriyê bi rêka “levhatinan”, ew bi sedema bêkariya Rijêmê di pêkanîna pêşdeçûnên leşkerî de ye, her weha ji ber ku dewletên kartêker ber bi karakirina pêvajoya siyasî de diçin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî