Li Niyoworkê û li ser perawîza civîna komeleya giştî ya NY, şanda opozisyona Sûriyê duhî êvêrî roja înê 22’ê êlûnê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Cawîş Oglo kom bû.
Di hevdîtinê de, pêşhatên siyasî û meydanî yên taybet bi rewşa Sûriyê û pêgav û karên pêwîst yên ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ligor tekestên biryarên navdewletî hatin gengeşekirin.
Wek tê zanîn şandek ji desteya bilind ya danustandinan li roja yekşema borî gihiştibû Niyoworkê ji bo hevdîtina serokên dewletan û wezîrên derve yên dewletên cîhanê û gihandina daxwazên gelê Sûriyê û peyama wî û gihandina trajîdya wî bo giringtirîn sekoya mafnasiyê û mirovîniyê li tevaya cîhanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî