Şanda desteya danustandinên Sûriyê bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî serdana xwe ya li Mosko ya li ser gazîkirina wezareta derve ya Rûsî bidawî kir.
Ku ev serdan hevdem hat ligel berdewamiya Rûsiya di kiryarên xwe yên leşkerî de li Sûriyê, û hewlên wê yên ji bo wergerandina vê yekê li ser astê siyasî.
Di destpêka serdana xwe de şanda danustandinan ligel serokê komîta pêwendiyên derve yê parlamentoya Rûsiya “Liyonîd Silotskî” kom bû, û Elherîrî şirovekirineke zengîn li ser doza Sûrî pêşkêş kir, ne wek ramanên di serê hin karbidestên Rûsî de bû. Û di dawiya hevdîtinê de herdu alî gihiştin boçûneke jiyeknêzîk, û dîtin ku pabendbûn bi cêbicêkirina biryarên navdewletî û nemaze biryara 2254, û bihêzkirina pêvejoya Cenêv dibe rêkar bo peydabûna çareseriyeke dirust li Sûriyê, û hêviyên gelê Sûriyê bi cî bîne, bi avakirina dewleteke aram û demokratîk dûrî stem û milîtan û dagîrkariyê.
Herwiha di yekem roja serdana xwe de hevdîtineke din ligel wezîrê derve yê Rûsiya Sîrgî Lavrof û hin berpirsên wezareta derve û ya bergiriyê re pêkanî, û têde herdu alî gihiştin encamên erênî, û li hev kirin li ser berdewamiya têkiliyan bi awayekî jidil ji bo serxistina hevdîtinên Viyêna û karakirina pêvejoya Cenêvê, û terxankirina sercem bizav û çalakiyên siyasî li pêxema hewlên dîtina çareseriyeke siyasî bo kirîza Sûriyê.
Elherîrê di serdana xwe de bal kişand li ser pirsên mirovî, û amaje kir ku ew mijar di ser danustandinan re ne, û herwiha li ser rewşa Xûta rojhilat û Idlibê axivî, û bal kişand ku hersê heyvên dawiyê bêhempa bûn ji aliyê bombebaran û wêrankirin û koçberkirinê ve, û dorpêçkirina tund ya rijêma Esed û milîsên xwe li ser disepînin.
Elherîrî cext li ser giringiya rola Rûsiya li Sûriyê û giringiya pabendbûna wê bi rêkeftinên emzekirî kir, hevdem ku boçûn û nêrîn jiyek dûrbûn derbarê kongirê “Sotçî” yê çaverêkirî ye lidar bikeve, û ji aliyê Rûsî ve têgihiştin hebû derbarê helwesta desteyê ya rijd li ser pêdagiriya cêbicêkirina biryara 2254.
Di duwemîn roja serdana xwe de, şanda desteyê ligel balyozên dewletên Ereb li Mosko kom bû, û şandê bi serdana dêra ErsodoKs serdana xwe bi dawî kir.
Elherîrî di hevdîtina xwe de ya ligel balyozên dewletên Erebî tekez kir ku “îro Sûriya li ser duriyanekê” ye, û cext li ser giringiya cêbicêkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê kir, û rizgarkirina gelê wê ji kuştarên berdewam.
Û cîgirê serokê desteyê Xalid Mihamîd ji aliyê xwe ve, balyozên Ereb han dan li ser piştgiriya doza gelê Sûriyê û got: ku “Sûriya rojekê bitenê çi dewketeka Erebî bitenê nehêlaye”.
Û Mihamîd daxwaza standina helwestekê yekgirtî ji dewletên Erebî kir ji bo rawestandina şer û kuştarên li Sûriyê û daxwaza piştgiriya danustandinên Cenêvê kir, ya ji bo çareseriyeke siyasî li asta daxwazên gelê Sûriyê û vegerandina aramiyê bo tevaya welat”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî