Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li civîneke taybet bi girtî û bêseroşûnên bi kotekî di zîndanên Esed de, ya li kêlek gera 43yemîn a Encûmana Mafên Mirova li Cinêvê li dar ket, amade bû.
Û wezîrên derve yê Holenda û Belcîka û Lîxtinştayn, di civînê de beşdar bûn, û Sumeye Elulebî wek yek ji kesên ku ji zîndanên rêjîma Esed rizgar bûye, li ser ezmûna xwe di girtîgehê de axivî, û behsa zordariya ku dijî wê pêk hatîye û şêweyên îşkencekirinên hovane dermafê girtiyan di zîndanan de kir.
Û Beşdaran tewanên cûrbecûr yên ku ji hêla rejima Esed ve li dijî girtiyan hatine kirin eşkere kirin, û hejmarên belgekirî ji girtî û bêseroşûnên bi kotekî pêşkêş kirin, û tekezî li ser girîngiya sizedanê kirin, û gotin ku ti rê ji bo aşityê nînin bêyê sizedanê.
Û amedebûyan dîtin ku bandora doseya girtiyan ne tenê li ser qurbaniyan e, û gotin ku ew bandorê dighîne mirov û xwediyên wan jî, û daxwaza guhdana bi vê doseyê kirin, û çareserkirina wê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî bi Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî