Şandê Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel şandê Yekîtiya Ewropa yê bi Serokatiya Karl Helkard li Biroksila paytexta Belçîka li rex kongirê salane yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê li dar xist.
û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pabendbûna Hevbendiyê bi pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de, her weha mafên tevaya gelê Sûriyê li tevaya xaka welêt misoger bibe, kir.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariyê li gel aliyên dîtir wek Emrîka û Tirkiyê kir, daku nehêlin çi hewldanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed çêbibin, an destûrê nedin biserxistina rijêmê, û riya lêpirsîn û sizakirinê kartêker bibe.
Û herdû aliyan doseya alîkariyên mirovahî û pêwîstiya zêdekirina şandina alîkariyan li gorî qebareya pêdviyan û nûjendikrina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bo hewcedaran berçav kirin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û bihêzkirina wê bo rêvebirina deverên rizgarkirî û pêşkêşkirina xizmetan bo nişteciyan û dabînkirina ewlehî û aramiyê li deverê kir.
û Şandê Yekîtiya Ewropa tekez kir ku penaberên Sûrî xwedanên pileyeke bilind ji çand û şarezayê ne, û ew jî dihêle ku li tevaya welatên penaberiyê tevlî pirosesa berhemdan û geşepêdanê bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî