Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîneke giring li gel Ofîsa Şopandina Pereyên Biyanî li Wezareta Gencîneyê ya Emrîka li Washingtonê li dar xist, û behsa sizayên ku li ser rijêma Esed sembolên wê hatine sepandin û pêwîstiya sistnebûna wan sizayan û nehiştina ku rijêm ji sizayan bireve kirin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî ji Cîgirê Serok Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo, û Sekretêrê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Yasaya Qeyser Ebdilmejîd Berekat, û Endama Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa pêk hat.
Û amadebûyan behsa rêyên reva rijêmê ji sizayên Emrêkî û bandora sizayan li ser asta siyasî û aborî û civakî kirin, û giringî dan pêwîstiya sepandina sizayan bi giranî li ser rijêma Esed û kesayetên wê û kampanî û aliyên ku alîkariya rijêmê dikin ji bo wê ji sizayên Emrîkî bidin alî û piştgiriya amûra rijêmê ya leşkerî dikin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî dosyayin hûrbîn li ser mîkanîzmên nû yên ku rijêma Esed pê radibe, ji bo xwe fînanse bike, di riya çandin û çêkirin û bazirganiya keresteyên hişbir, û kesên ku rijêmê kar spartiye wan daku vê dosyayê birêve bibn, û li ser bandora wê bazirganiyê li ser asta herêmî û navdewletî axivîn.
Û amadebûyan behsa sûdwergirtina rijêmê ji kêşeya Okranya û alîkariya Rusya di vekirina kampaniyên leşkerkirina çekdaran de, daku beşdariyê di dijminkariya li ser Okranya de bikin, û piştbestina wan kampaniyan bi qaçaxiya pereyan, nemaze berve Ewropa rojhilat ve, kirin.
Û Şande tekezî li ser pêwîstiya ku sizayên li ser rijêmê sist nebin kir, daku çi hewldana normalkirina têkliyan bi rijêmê re an hiştina wê ku careka dî xwe ava bike û sîstema xwe ya aborî yaku di riya wê re amûra xwe ya ewlekarî û leşkerî fînanse dike, bi ser nekeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî