Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, bi nûnerin ji Revenda Sûriyê yên li Misrê dijîn û di karûbarê giştî derbarê Sûriyê de çalak in, û yên di doseya hecê de dixebitin, û hejmarek ji kesayetên giştî re, civiya.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk tê.
Û Elmislit di hevdîtinê de çalakiyên Hevbendiya Niştimanî di dema dijminkariya Rûsiya li ser Okranya de û bizavên Hevbendiyê di vê qonaxê de ji bo ku roniyê bide ser tawanên ku Rûsiya li Sûriyê pêk anîne berçav kir, û tekezî li ser nerewaya rijêma Esed ya bi anîna herdû dagîrkerên Rûsî û Îranî tuhmetbar e kir.
Û Elmislit bal kişand ser bizavên Hevbendiyê di miştûmirkirina van hevdîtinan de li gel Revenda Sûriyê li dewletên cûrbecûr, û tekezî li ser giringiya Revendan û rolên wan yên girîng di şoreşa Sûriyê de kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bizavê bo xurtkirina Revendan di saziyên Hevbendiyê de dike, û yekîtiyê di navbera gelê Sûriyê û saziyên şoreşger de zêde dike.
Û Elmislit di hevdîtinê de tekez kir ku doseya girtiyan nemaze girtiyên jin û zarok di pêşiya hemû doseyan de ne, û bal kişand ser ku Gelê Sûriyê bi hemû cihêrengên xwe ve daxwaza serbestberdana girtiyên li bal rijêma Esed dikin, û Elmislit bizavên ku Hevbendî di civakên navdewletî û karên wê di livandina van giliyên dadgehî û gihandina dîdevanên jin ên ku ji zîndanên rijêma Esed rizgar bûne bo dadgehên navdewletî diyar kir.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî yê Karûbarê Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo, li ser pêwîstiya pêwendiyên berdewam li gel Revenda Sûrî axivî, û tekezî li ser giringiya serbixwebûna di warê siyasî û niştimanî de û bizavên bo firehkirina livê di dema danûstandinên navdewletî û herêmî de li deverê û tiştê ku taybet bi doseya Sûriyê ve girêdayî kir.
Û Endamê Desteya Siyasî Bbedir Camûs şiroveyeke kurt li ser dijminkariya Rûsiya li ser Okranya pêşkêş kir, û got ku cîhan dê hîn bêhtir dîmenên biêş yên ku berê li Sûriyê dîtine, ji wêrankirin û kuştin û karwanên dirêj ji derbider û penaberan bibhîne, heger cidîbûnke navdewletî ji bo danîna sînorekî ji dijminkariya Rûsiya re tunebe.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimabnî Heysem Rehmê, tekezî li ser miqatebûna Hevbendiyê li bihêzkirina têkliyên biratî li gel dewletên ereb kir, û cextî li ser lidarxistina têkliyên baş li gel Komara Misrê ya Ereb û Qiralgeha Erebistana Siûdî û tevaya birayên ereb kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî