Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, serdana Desteya Saîron ya Rizgariyê li gundewarê Helebê kir, û bi rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî re civiya, û bi wan re behsa rewşa meydanî û leşkerî û dosyên siyaseta navdewletî yên bandora xwe li doseya Sûriyê dikin kir, û di pêşî de dijminkariya Rûsiya li ser Okranya.
Û Elmislit di peyva xwe ya bi boneya bîranîna yanzdemîn ya birêketina şoreşa Sûriyê de, silav arasteyî gelê Sûriyê û qurbaniyên mezin yên ku ji bo bidestxistina azadî û rûmet û dadweriyê pêşkêş kirine kirin.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî miqate ye ku di vê bîranîna ku li ber dilê gelê Sûriyan biha ye di nava Rayedarên Artêşa Niştimanî de be, û qurbaniyên Artêşa Niştimanî di parastina daxwazên gelê Sûriyê de bilind nirxandin.
Û Elmislit şiroveyek li ser hevdîtinên navdewletî û erebî bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û pêkanîna veguhastina siyasî ya tam li Sûriyê pêşkêş kir, û li ser serdana bo Komkara Erebî û hevdîtina li gel Emîndarê Giştî yê Komkarê Ehmed Ebo Elxêt axivî, û Elmislit tekezî li ser rola erebî ya girîng di doseya Sûriyê de û pêwîstiya nehêlana biserxistina rijêma Esed û retkirina vegera wê bo Komkara Erebî kir.
Û Elmislit li ser pêşhatên pirosesa siyasî û nemaze pirojeya Şanderê Navdewletî Geir Otto Pedersen Gav bi Gavê axivî, û cext kir ku Şanderê Navdewletî dûrî naveroka biryara navdewletî 2254 çûye.
Û ji aliyê xwe ve rayedarê Tabûra Elsultan Murad di Artêşa Nitimanî de Fehîm Îsa, xweşhaliya xwe bi hatina Şanderê Hevbendiya Niştimanî anî ziman, û tekez kir ku hêzên şoreşê û rikberiya Sûrî hevdû temam dikin, û hemû di rêzekê de ne daku daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de pêk bînin.
Û rayedarê Tabûra Elhemze di Artêşa Niştimanî de Sêf Ebû Bekir, tekezî li ser pabendiya bi pirensîpên şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir, û cext kir ku qurbaniyên ku gelê Sûriyê dane awarte ne, û divê bighê armancên xwe tevî pilanên ku dijî gelê Sûriyê hatine gerandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî