Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, ji Emrîka, civînek ji dûr ve li gel nûnerin dseteyên siyasî û çalakiyên gelêrî yên ji curbecur deverên Sûrî û dewletên penaberiyê dijîn lidar xist.
Û Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê hejmarek ji hevdîtin û civatan li gel şanderên diplomatîk li New York li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar dixe.
Û Şandê Hevbeş li ser karên gerê û ancamên hevdîtinan axivî, û bal kişand ser ku di hevdîtinan de wan giringî da sê xalan, a yekemîn doseya girtiyan bû, û şandê hevbeş daxwaza pêwîstiya dîtina mîkanîzmeke navdewletî bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî kir.
Û Şandê di hevdîtinê de bal kişand ser ku doseya duyem lêpirsîn û sizakirin e, û got ku destpêşxeriyek ji aliyê Holenda û Birêtaniya heye, ji bo ku dadgeheke Ewropî taybet û girêdayî bi karûbarê Sûriyê çêbibe, daku rijêmê li ser tawanên ku dermafê gelê Sûrî pêk anîne siza bikin.
Û Şandê Hevbeş diyar kir ku dosya sêyem têde giringî da cîbicîkirina temamiyên biruyara 2254an, û şandê daxwaza vekirina rêyên di biryarê de hene kir, û ku li kêlek xebata Komîteya Destûrî kar li ser bibe.
Ji aliyê xwe ve nûnerên desteyên siyasî û çalakiyên gelêrî hejmarek ji temînî û pêşniyarin girîng û pêwîst ji bo ku di riya hevdîtinên Şandê Hevbeş de li Netewên Yekbûyî werin gotûbêjkirin pêşkêş kirin, bi armanca gihiştina çareya hejmarek ji dozên ku dê derdeseriyên gelê Sûrî sivik bikin.
Û amadebûyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevrêziyê bo xurtkirina hevpişkiyê û avakirina zemîneke hevkariyê ya berdewam di navbera desteyên soiyasî û sivîl de kir, daku daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî