Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, û Desteya Danûstandinê ya Sûrî li Emrîka li gel Şandê Firansayê di Netewên Yekbûyî de, li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û Şandê Hevbeş bi Şandî Firansayê re behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de herdû Cîgirên Serokê Hevbendiyê Ebdilehed Istêfo û Ebdilhekîm Beşar û Endama Desteya Danûstandinê, Fedwa Elicêlî û Balyoza Firansa Cîgira Nûnerê Herdem di Netewên Yekbûyî de Nathalie Broadhurst amade bûn.
Û Şandê Hevbeş li ser pêşketinên rewşa meydanî û tawanên ku rijêma Esed û piştgirên wê li Idlibê pêk tînin û binpêkirinên ku li rojhilatê Ferêt ji hêla rêxistina PKK ve pêk tên axivî.
Û Şandê Hevbeş pêşhatên pirosesa siyasî û rewşa ku gihiştiyê berçav kir, ji ber ku rijêm tevlî pirosesa rasteqîn yaku dighêje çareya siyasî li gor biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2228 û 2254 nabe.
Û Şand li ser giringiya biryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovahî bo hewcedarên li Sûriyê axivî, û daxwaza kartêkerkirina rola Firansa di doseya Sûrî de û nemaze li ser asta Ewropî kir.
Û Ji aliyê xwe ve Balyoza Firansayê careka dî tekezî li ser piştgiriya siyasî û mirovahê ji hêla welatê wê ve bo gelê Sûrî kir, û li ser dirêjkirina biryara 2585 a taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya dergehên sînorî re axivî, her weha li ser dabînkirina pêdviyên deverên rizgarkirî bo rûbirûbûna Bêtara Korona li wan deveran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî