Şandek ji desteya danûstendinê ya Sûrî bi serokatiya Dr. Nesr Al-Harîrî, serokê desteyê, û hevserokê komîteya destûrî, Hadî Al-Behra, li roja pêncşemê li baregeha NY li Cenêvê, bi nûnerê NY yê li Sûrîyê, Geir Pederson û tîma wî re civiyan, û amadekariyên lojîstîkî yên têkildar ji bo destpêkirina karubarên Komîteya destûrî, û komîta biçûk gotûbêj kirin.
Herweha herdu aliyan behsa amadekariyên dawîn ji bo destpêkirina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî, û hewldanên nûnerê NY û tîma wî kirin, yên derbarê rêşûnên avakirina baweriyê û nemaze serbestberdana girtiyan.
Dr.Harîrî tekez kir ku ji aliyê desteya danûstandinê hemû amadekariyên taybet bi nûnerên xwe di komîteya destûrî de pêk anîne, û amadebûna wan ya tam ji bo berdewamiya kar dupat kir.
Harîrî amadebûna komîteyê ya bi erênî ji bo beşdarbûna di karê komîteya destûrî de, ji şanda nûnerê NY re diyar kir, da dest bi destpêkek serkeftî di berjewendiya gelê Sûrî û hemû pêkhatên wê de bike, û bigihîje reşnivîsa projê destûreke Sûrî ku di asta daxwaziyên gelê sûrî de be, û berevaniya rûmeta wî bike, û azadî û wekheviyê di maf û erkan de bidest bixe, û dad û demokrasî, û serweriya welat û yekparçebûna wî dabîn bike.
Dûv re civînek di navbera hevserokê komîteyê, rêzdar Hadî Al-Behra, û tîma nûnerê taybet yê NY de hat lidarxistin, û dîtinên nûnerên desteya danûstandinê û rêşûnên çareseriyê yên ji bo birêvebirina civînên komîteyê û gotûbêjkirin û standina biryaran hatin pêşkêşkirin.
Albehra tekezî li ser pêdiviya berdewamiya kar ji bo encamdana wî di zûtirîn dem de kir, û girîngiya xebatek bi rengek zelal ji bo ku mirovên sûrî ji pêşveçûnên herî dawîn yên xebata komîteyê agahdar bibin, û avakirina awayên danûstendinê ligel hemû Sûriyan ji bo li pêşnîyar û dîtinên wan guhdarî bikin, û biryar hate standin ku ev civînên amadekariyê di rojên pêş de berdewam bikin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî