Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, duh yekşemê, di kongirê duyemîn yê Yekîtiya Xwendekarên Sûrî yên Azad de yê ku li navenda çandê li bajarê Ezazê li gundewarê Heleb li dar ketiye de beşdar bû.
Û Şande ji endamê Desteya Siyasî û endamê Komîteya Sendîka û Yekîtiyan di Hevbendiya Niştimanî de Mihemed Yasîn û endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn pêk hat.
Û Hevrêzkarê Komîteya Sendîkayan Mihemed Yasîn di gotara ku di kongir pêşkêş kiriye de tekezî li ser pêwîstiya pêşdebirin û bilindkirina asta piroseya hînkirinê li deverên rizgarkirî kir, û cextî li ser giringiya rêxistinkirina tevgera xwendekaran ji bo pêşdebirina hînkirinê kir, ji ber ku xwendekar yek ji stûnên piroseya hînkirinê ne.
Û Yasîn got: “Girîngiya mîkanîzmaya ku pê ofîsa cîbicîkar di riya hilbijartinên azad re hatiye hilbijartin, armanca şoreşa me ya gewre ye, yaku em hêvîar in ku di hemû saziyan de pêk were” û pesnê rola erênî ya Yekîtiya Xwendekaran di avakirina piroseya hînkirinê de di riya beşdarbûn û rexneya avakar re da.
Û Mihemed Yasîn li ser navê Hevbendiya Niştimanî spasiya kesên ku kongir rêxistin kirine kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî pir giringiyê dide piştgiriya xwendekarên azad di riya Komîteya Sendîka û Yekîtiyan re, her weha li ser piştgirî û pêşxistina xwendinê di riya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re.
Hêjayî gotinê ye ku ev kongirê duyemîn ê Yekîtiya Xwendevanên Azad yên Sûriyê ye, û di kongir de deste û ofîsa cîbicîkar di yekîtiyê de û endamên Desteya Şêwirdardiyê hatin hilbijartin, û yekîtî ji piraniya zanîngehên li deverên rizgarkirî pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî