Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşg û rikberiya Sûriyê, bi endamên revenda Sûrî li bajarê Antakya yê Tirkiyê û hejmarek kesayetî û çalakvanan re civiya, di çarçoveya civînên ji hêla Ofîsa şêwirmendiya stratejî ve têne sazkirin, bi armanca agahdarkirina revenda sûrî li ser pêşhatên siyasî û meydanî û dîtina nêrîn û têbîniyên wan.
Endamê desteya siyasî û kordînatorê ofisa şêwirmendiya stratejî, Ehmed Remedan, di civînê de ya ku ku zêdetirî 100 kesatiyan tê de beşdar bûn, tekez kir ku pirsgirêka Sûriyê di qonaxek girîng de ye, û diyar kir ku pêşhatên li rojhilatê Firatê “derbeyek tund” bû ji rêxistinên terorîst re, ku hêza wî kêm kir ku êdî nikare berdewam bimîne li ser desthilata xwe li ser deverê, û bal kişand ser ku divê hêzên şoreş û opozisyonê qezencê ji van pêşveçûnan bibînin, bi pêşkêşkirina xizmetan û dabînkirina ewlehiyê ji bo gel, piştî rizgarkirina wan ji hêza defakto.
Remedan behsa pêşkeftinên serhildanên gelêrî yên li Libnan, Îraq û Îranê kir, û got ku ew dikevin di berjewendiya gelê Sûrî de, û lawazkirina rejîma Iranê û azadkirina gelê navçeyê ji hejmongeriya wê, û dê bibe alîkar ji bo Sûriyan da bigihîjin armancên şoreşa xwe.
Sekreterê desteya siyasî û endamê Komîteya Destûrî, Riad Al-Hesen, rewşa yekem gera civînên komîteya destûrî li Cenêvê pêşkêş kir, û hewildanên ji aliyê rejîmê ve dibin ji bo astengkirina danûstendinan û gotûbêjnekirina naveroka destûrê xuya kirin, û behsa bizavên tîma opozisyonê bi Netewên Yekbûyî re kir, ji bo pêkanîna xişteya kar û danûstendinên rasterast di gera duyem de ku wê di 25’ê mijdarê de lidar bikeve.
Al-Hesen bersiva pirsên amadebûyan da, ên derbarê rêjeya pêvajoya destûrî sebaret proseya siyasî, û daxwaz ji desteya danûstendinê û şanderê taybet kirin, ji bo aktivkirina selikên din yên pêvajoya danûstendinan, û tekez kir ku temamkirina destûrê girêdayî ye bi peydakirina jîngeheke ewle û bêalî, ya ligorî nêrîna opozisyonê, ku veguhaztina siyasî naveroka pêvajoya siyasî ye.
Yasir Ferhan, endamê desteya siyasî û Komîteya Destûrî, rehenda yasayî di pêvajoya amadekirina destûrê de şirove kir, û tekez kir ku ji aliyê şanda opozisyonê ve çend senaryoyên ji bo danûstandinan hatine amadekirin, li ser bingeha armancên şoreşê û daxwazên gelên Sûriyê.
Wî got ku şanda rejîmê careke din hewl da civînan ji mijarên bi destûrê re têkildar dûr bixe, di riya mijarên dûrî destûrê û reva ji civînên birêkûpêk re. Û diyar kir ku serkeftina karê Komîteya Destûrê bi avakirina stratejiyek zelal ve girêdayî ye, her weha bi guhdarîkirina daxwazên milet û pêkanîna armancên şoreşê yên azadî û dadweriyê, yên ku şanda Hevbendiyê û desteyê pê pabend in.
Endamê desteya siyasî û kordînatorê Ofisa Revendan li diyasporayê, Mihemed Yihya Maktabî, behsa giringiya organîzekirina xebata revendan li diyasporayê di piştgirîkirina şoreşê de kir, û bal kişand li ser organîzekirina karê revendan û zêdekirina bandora wan û sûdwergirtin ji karînên endamên revenda Sûrî li Antakya, ku hejmara wan digehêje zêdetirî 450 hezar kesî, û pisporên sivîl û leşkerî yên baş di nav de hene.
Wî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pir dixebite ji bo bihêzkirina rola revendê û têkiliya ligel û sazkirina çalakiyên hevbeş, û sûdwergirtin ji pisporiya wan.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji efserên sûrî yên dijber û şervanên Eniya beravê beşdarî şiroveyên hatine pêşkêşkirin di civînê de bûn, her weha nûnerên korbenda bakurê Sûriya Azad, Yaneya Civakî ya Hema, û dezgehin din.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî