Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, serdana baregeha polîsên leşkerî li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê kir.
Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya avakirina saziyan li deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser ku polîsên leşkerî yek ji dezgeh û destkeftên mezin e li deverên rizgarkirî, nemaze di dema gefên ewlehî yên mezin ji aliyê milîsên terorist ve de.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya pabendiya bi yasayê û parastina xelkê me ji çi zêdegaviyan û karê li ser rêxweşkirina rewşa guncaw daku derbider vegerin mal û deverên xwe kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî