Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, dê roja yekşema dahatî serdana Komkara Erebî li Elqahîra paytexta Misirê bike, û di wê serdanê de bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt re bicive.
Û Şandê Hevbendiyê ji cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk tê.
Û serdana ku dê sê rojan dirêj bike, dê behsa kartêkerkrina roleke erebî di pirosesa siyasî de bike, daku veguhastina siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî û di pêşî de 2118 û 2254 pêk were.
Û Elmislit tekeziyê li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi avakirina baştirîn têklî li gel Dewletên Erebî dike, ji ber ku bandor û rola wê dê li Sûriyê çalak be, û Elmislit berî çûna xwe bo Qahîra got ku em çavlirêyên roleke erebî ya çalak in li Sûriyê, û Komkara Erebî pabendiyê bi berpisyariyên xwe derbarê birayên xwe yên Sûrî bike.
Û Elmislit bal kişand ser ku pêwîst e sûd ji vê rola girîng bo kartêkerkirina pirosesa siyasî were dîtin, daku bighêjin çareya siyasî yaku dê derdeseriyên gelê Sûrî yên ku ji 11 salan de berdewam in bidawî bîne.
Û Elmislit tekez kir ku pirosesên normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re nayên pejirandin, nemaze ku sedemên kişandina kursiyê Sûriyê ji rijêma Esed yê di Komkara Erebî de hîn berdewam in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî