Di çarçoveya xebatên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di warê xurtkirina têkliyên navdewletî û herêmî de, û hevrêzkirina helwestan nemaze li gel dewletên bira û dostên gelê Sûrîyê, şandek ji Hevbendiyê bi Serokatiya, Doctor Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel berpirsin ji Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyan, di serî de Rêvebirê Doseya Sûriyê di Wezareta Derve ya Tirkî de, Selcuk Onal, û pêre dawîtirîn pêşhatên siyasî û nerîna Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de gengeşe kirin.
Û di hevdîtina Serokê Hevbendiya Niştimanî bi hevalitiya cîgirê Serok Boba Heboş û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatîf û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camos û Endamê Desteya Giştî Ehmed Bekora.
Û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya şopandina rûniştina dahatî ya Komîteya Destorî ya Sûrî li cinêvê kirin.
Û Elherîrî li ser binpêkirin û tewanên rijêmê û piştgirên wê li deverên kêmkirina şer li Bakurê Sûriyê axivîn, û tekezî li ser rawestandina wan tewanan û pabendkirina aliyê Rûsî bi cîbicîkirina rêkeftina li Sotşî li ser hatiye îmzekirin kir, û hişyarî da ji hilweşandina wê rêkeftinê û bandorên wê li ser pirosesa siyasî, û her weha besa nehêlana belavbûna Vîrosa Korona kirin.
Û Elherîrî bal kişand ser girîngiya şopandina rewşa tenduristî li deverên rizgarkirî û vekirina asoyên hevkariyê di navbera Wezareta Tenduristî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Tenduristî ya Tirkî de axivî, piştî nerabûna saziya saxlemiyê ya cîhanî ta niha bi karê xwe ji bo cîbicîkirina pilana li ser hatiye lihevkirin derbarê rûbirûbûna Vîrosa Korona.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî di riya Hikûmeta Sûrî ya demkî û saziyên cîbicîkirinê ji bo çakkirina ketwarê Sûriyan kar dike, û tekez kir ku ew kar pêşinde ye li ba Hevbendiya Niştimanî bo xizmeta Sûriyan, her weha sivikkirina bandora alozîyên mirovahî û debara jiyanê li deverên rizgarkirî.
Û Elherîrî pirograma karê Hevbendiya Niştimanî di kabîneya nû de di riya çalakirina rêçên dîplomasî û binavkirina nûneran ji Hevbendiya Niştimanî re li hin paytextên dewletên xwedan bandor berçav kirin, ew jî di hundir pilana bihêzkirina têkliyên xwe yên navdewletî bo xizmeta şoereşa Sûriyê, her wewha çalakkirina karê rêvebirî û ofîs û Komîteyên Hevbendiyê, û berfirehkirina rola wê ya cîbicîkirinê, di riya nûkirina pergalê rêvebirî re, û danîna pilaneke kar ya cihê hêviyê, ya dikeve xizmeta Sûriyan û piştgiriya wan, nemaze di kartên jin û ciwanan de.
Û Elherîrî eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî kar ji bo xurtkirina têkliyên li gel pêkhatan re dike, di riya bilindkirina asta hevrêzî û hevkariyê, û karê bi hev re li ser bihêzkirina rola Hevbendiyê, çi li ser asta gelêrî an li ser asta navdewletî be, û bal kişand ku amadekarî ji bo lidarxistina kongirekî diyaloga niştimanî çêdibin, û tevlîbûna pêkhatin dîtir ji partî û kesayetên niştimanî û beşên nûnertiya wan di hevbendiyê de tune ne.
Ji aliyê xwe ve Berpirsên Wezareta Derve ya Tirkî derbarê girîngiya rola Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de axivîn, û helwesta welatê xwe ya piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û doza gelê Sûriyê ji bo pêkanîna hêviyên bidestxistina azadî û rûmetê nû kirin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî