Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit bi serdanekê bo Encumena Êl û Hozên Sûrî li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê rabû.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Elmislit tekezî li ser rola giring a Encumena Êl û Hozên Sûrî û bandora wan li ser aştiya civakî û çareserkirina nakokiyan kir, û cext kir ku Êl û Hozên Sûrî berê û niha jî ji giringtirîn sembolên civaka Sûrî ne.
Û cextî li ser giringiya xurtkirina rola Êl û Hozên Sûrî û sûdwergirtina ji bizavên di warê yekrêziya tevna civaka Sûrî de û pêkanîna daxwazên gelê Sûrî di rûxandina rijêma Esed de û pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir.
Û Elmislit li ser mîkanîzma karê Komîteya Cezîrê û Ferat û armancên wê ji bo çakkirina ketwarê deverê û bilindkirina asta xizmetkariyan tê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî