Şandeke Hevbendiya Niştimanî Sûrî serdana deverên rizgarkirî li Idlibê û Laziqiyê kir, ji bo dîtina nivîsgehên Hevbendiyê li wir, û têkiliyên bi deste û Encumenên Sivîl û leşkerî ên li ser erdê re.
Endamê şandeyê Mihemed Xêr El – Wezîr got: me di serdana xwe de asta hêza milletê xwe û afirandyariya wî di şikandina gefên lê tên kirin, û çawa astengiyên ku ji her deverê de wî dorpêç dikin binpê dike dîtin, tev wilo jî tu dibînî xurt û serfiraz e, bi zendê kurên xwe kar û avakirin û berevaniyê di ber erd û namûsê de dike, herweha şerê dagîrkirina navdewletî mîna milişiyên rejîma Iranî û milişiyên Hizbillah a tirorist ku destwerdanê di welat de dikin dike.
Wezîr berdewam kir: Me serdana Encumenên Xwecihî li Lazqiyê û Idlibê kir, û me kar û xizmetguzeriya giranbuha mîna ziftkirina riyan û çaksaziya toreyên kehreba û avê ên ku firokên Esed û bermîlên wî ên teqîner ew xerab kirine dîtin.
Herweha wezîr, endamê şandeyê, û serokê Encumena Xwecihî ê bajarê Laziqiyê Fadî Ibrahîm bi hejmarek ji ketîbeyên şoreşgerî û Artêşa Azad re civiyan, li ser navendên nojdarî geryan, û serdana endamê Hevbendiyê ê ku li deverên rizgarkirî di warê nojdarî de kar dike, textorê nojdar Cewad Ebû Heteb jî kirin, û nerînek li ser pirojeya damezirandina peymangeha nojdarî ku li wir pêk tê standin.
Jêder: Hevbendî