Şandeke Xwendekaran ji Yekîtiya Xwendekarên Sûrî yên Azadîxwaz, serdana ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li bajarê Ezazê li deverên rizgarkirî kir, û Hevrêzkarê Ofîsê Necîb Rehmon û herdû endamên Hevbendiyê Esed Elîto û Atif Zirêq pêşwaziya wan kirin.
Û şanda xwendekaran çalakiyên Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û plana karê Hevbendiyê di qonaxa dahatî de temaşe kirin, û li dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî guhdarî kirin.
Û amadebûyan behsa berçavtirîn pirsgirêkên ku xwendekar li deverên rizgarkirî rastiyê tên kirin, û endamên Hevbendiyê li şiroveya xwendekaran derbarê astengiyên ku aramiya piroseya hînkirinê û berdewamiya wê dixin bin metirsiyê de guhdarî kirin.
Û Elîto bal kişand ser giringiya jinavbirina dijwariyên ku dibin asteng li pêşiya piroseya hînkirinê, û amaje bi wê yekê kir ku Hevbendiya Niştimanî dê bi serkirdeyên warê xwendinê re di riya saziyên xwe yên cîbicîkar re kar li ser pêwîstiya hilanîna astengiyan li pêşiya xwendekaran bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî