Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Şandeka Hevbendiyê serdana birîndar û kampên penaberan dike

July 29, 2014
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Şandeka Hevbendiyê serdana birîndar û kampên penaberan dike

 

 

 

Şandek ji Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê, bi serokatiya Nûra Elemîr cîgira serokê Hevbendiyê û Xetîb Bedla endamê desteya Siyasî û endamên Hevbendiyê û Yasir Ferhan û Hêveron Şerîf û Yasir Zakrî nûnerê hevbendiyê li Xazî Entabê, di duyemîn roja Cejina Remezanê de, serdana kampên penaberên Sûrî û birîndarên Sûrî yên li nexweşxanan kir. Û serdana van cihan kirin: kampa Nêzîb, kampa Aqcaqala û nexweşxana nîştimanî li Orfayê,û herwiha dîdar bi hinan ji revenda sûrî li bajêr kirin. û şanda navborî  ji bajarê Xazî Entabê dest bi karê xwe kir, destpêkê çûn nexweşxaneya “Arsîn Eslan” ku hin birîndar û nexweşên Sûrî têde tên dermankirin, li rewşa wan pirsîn, û pişkdariya girnijîna cejinê ya ku di  dîmenên gelekan de nedihat dîtin bi wan re kirin. û (Leyalî) yekemîn kes bû ku serdana wê kirin, ya ku lingekî wê hatiye birîn ji encama avêtina bermîleka teqîner ser bajarê Helebê, ku li nexweşxanê neştegeriya danîna şîşên hesin jê re kirin, û nêzîk dê lingekî çêkirî li şûna lingê wê siwar bikin. nexweşê dîtir bi navê Ebdulrehman ji dayîkbûyê 1995, yek ji lehingên eniyên şeran e, ku dest ji xwendina xwe berda û têkilî refên şoreşê bû, di şerekî de birîndar bû û lingekî wî hat birîn, û ewjî bêhtir ji heyvekê ye li nexweşxanê ye û çareseriyê werdigire. û paşî serdana hemû birîndarên dîtir kirin, ji wan zarokekî 5 heyvî bi navê “Sibhî”, ku tûşî xaza  jehrî  bûye, di dema bombebarana Helebê, dayik û bav û 3 birayên wî jî pêre ne. û di dawiya vê serdanê de, şanda navborî sipasiya kadroyên pizîşkî kir li ser guhdan û çavdêriya wan bo birayên wan ên Sûrî. û paşî wê şandê berê xwe da kampa “Nêzîb” ya nêzî sînorê Sûriyê, rêvebirê kampan û kadirên rêvebir ji Sûrî Û Tirkan bikêfxweşî di pêşwaziya wa de bûn, ku gengeşeyeka dirêj di navbera şanda hevbendiyê û rêveberiya kampê de hat kirin li ser rewşa jiyana penaberên li wê kampê û arêşeyên wan rewstan, ku bêhtir ji du hezar xwedevan li wir xwendina xwe didomînin. û rêveberê kampê tekez kir ku ew :”kar ji bo xizmeta mêhvanên xwe yên Sûrî bi hemû şiyanên xwe dikin “, û ji şanda navhatî xwest ku herdem serdana wargehê bikin, her bi vê çendê Nûra Elemîr seroka şanda hevbendiyê sipasiya gel û hikûmeta Tirkî bi giştî kir û nemaze rêveberiya kampê, li ser pêşewaziya germ û alîkariya ku pêşkêşî birayên xwe yên Sûrî dikin, herwisa ji rêveberiya kampê xwest ku digel hev alîkar û hemaheng bin, ji bo baştirkirina rewşa penaberan. û Xetîb Bedla endamê desteya siyasî ya hevbendiyê tekez kir ku:” gelê Sûrî bi salan qenciya Tirkiya û gelê wê ji bîr nake, û got wê qenciyê bi qencî vegerînin”. û paşî şanda hevbendiyê serdana xwe berdewam kir bo tevaye kampê, serdana tîmargeh û dibîstan û bazaran kirin, û hindek yarî û diyarî pêşkêşî zarokan kirin. paşî serdana kampa Aqcaqala kirin li bajarê Orfa, ku di pêşewaziya wan de rêveberê kampê “Hesen Ortac” û tîmê kargêriyê yên ku Sûrî bûn, û Qayimqamê Aqcaqala jî “Ayûb Firat” tevlî serdanê bû, û şanda hevbendiyê xwe bi amadebûyan da nasîn û sipasiya wan kir, û rêveberê kampê bi kurtayî gotinek pêşkêş kir, li ser kampê û jimara Sûriyên têde yên ku nêzîkî 30 hezar kesî ne û herwiha bal kişand ser rewşa pizîşkî û ya perwerdeyî û xizmetgozarî di kampê  de, û herwiha şanda navhatî guhdariya her 10 desteyên rêveber kir, ku li ser pêdiviya kampê bi hevbendiyê, û her ji ber vê çendê şanda hevbendiyê ji penaberan xwest ku daxwaz û arîşe û xalên pêwîst tomar bikin ji bo dîtina çareseriyan bo wan. hêjayî gotinê ye ku Qayimqamê Aqcaqala Ayûb Firat bi xweşhalî pêşewazî li serdana şanda Hevbendiyê kir û got ku:” her kesê di kampê de bila bijî wek li mala xwe, ew mêhvanên me ne û emê hertiştî bo wan pêşkêş bikin lê hestê wan yê biyaniyê ne bi destê me ye, lewra hêvî dikim bi zûtirîn dem dawî li êş û derdkişandina we bê, ku sûrî cejna xwe ya bê li sûriyê bikin û em bibin mêhvanên wan”. û di dawiyê de şanda hevbendiyê, kadirên kampê agehdar kirin bi dawîtirîn guhertinên hevbendiyê li ser kar dike û li ser komîteyên hatine avakirin û bi taybetî komîteyên şopandina karubarên penaberan û gihandina daxwazên wan bo dewlet û dost û rêxistinan, û paşî serdana nexweşxana nîştimanî li Orfayê kirin, hemû nexweş û birîndaran dîtin û û xelatên cejnê dan wan û saxbûn û xweşî bo wan xwestin, herwisa kadirê pizêşkî dîtin û pirsa rewşa nexweşan kirin. û dawî bi serdana xwe anîn bi dîtina revenda sûrî ya li orfayê, û cîvîneke dirêj bi wan re sazkirin, û têde revenda sûrî kêşe û arîşeye û daxwazên xwe pêşkêşî hevbendiyê kirin, û yek ji wan daxwazan ew bû ku hevbendî bi berdewamî serdana wan navçeyên penaberên sûrî lê dijîn bike, wek Orfayê ku 250 hezar penaber lê dijîn, û herwiha daxwaza terxankirina alîkariyan kirin bo penaberên li Tirkiya dijîn, û berfirhkirina nexweşxana Sûrî-Kiwêtî ya li Orfa bikin û balkişandin li ser zêdekirina alîkariyê bo Sûriyê.

Jêder: Hevbendî.

 

 

 

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
3020 Zarok  Bi Belemên Mirinê Berê Xwe Dane Siwêdê

3020 Zarok Bi Belemên Mirinê Berê Xwe Dane Siwêdê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.