Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Emîndarê Giştî Heysem Rehmê, li bajarê Cindirêsê li gundewarê bakurê Helebê, bi endamên encûmen û rêxistinên civaka sivîl û Encûmena Parêzgeha Helebê ya azad re civînek li dar xist.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî ji endamê Desteya Siyasî Nezîr Elhekîm û Hevrêzkarê Nivîsgeha Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon, Atif Zirêq û Esed Elîto pêk dihat.
Û li pey axaftina li ser ketwarê bajêr piştî erdheja wêranker û nirxandina ziyanan, kesên amade li ser danîna mîkanîzmayên pratîkî yên lezgîn ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarî û stargehan ji bo kesên ku malên xwe ji dest dane an yên malên wan nema bi kêrî rûniştinê tên axivîn, her weha behsa dabînkirina pêdiviyên pêwîst ji derman, xwarin û keresteyên germkirinê kirin.
Û Amadebûyan tekezî li ser berdewamiya karê tîmên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encûmenên Xwecihî ji bo alîkariya qurbanî û awareyan, her weha piştgiriya tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl ji bo derxistina kesên di bin kavilan de mane axivîn.
Û beşdaran hewildanên rijêma Esed ji bo siyasîkirina bobelatê ji bo rakirina sizayan ji ser xwe şermezar kirin, û tekez kirin ku alîkariyên mirovahî ne di nav sizayan de ne.
Û spartina berpisyariya gihandina alîkariyên mirovî bo bakurê Sûriyê bi rijêma Esed red kirin, ji ber ku wê tawanên herî hovane dermafê sivîlan pêk anîne, û ew di salên bûrî de ji alîkariyê bêpar kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî