Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi serokatiya serokê ofîsa pêwendiyên derve yê Hevbendiyê Ebdulehed Istêfo û serokê berê yê Hevbendiyê Enes Ele’bide û serokê şanda Hevbendiyê li Cinêvê Nesir Elherîrî, îro serdana Biroksilê kir ji bo pêkanîna hevdîtinan bi berpirsên Yekîtiya Ewropî re.
Hevbendî hewla bihêzkirina pêwendiyên siyasî ligel Yekîtiya Eropî dide bi riya vê serdanê ji bo palpiştiya YE ji veguhestina siyasî re li Sûriyê û karakirina sizayan li dijî Esed û Rijêma wê ya tawankar nemaze piştî ku bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlên Xanşîxon û Elletaminê û Xûta hat tekez kirin ji aliyê komîta lêkolîna navdewletî ve.
Herwiha wê şanda Hevbendiyê ligel Yekîtiya Ewropî gengeşeya rewşa mirovî li xûta rojhilat ya dorpêçkirî û rêkarên piştgiriya hikûmeta demkî di biyavên xwendinê û saxlemiyê û xizmetgozariyê bike.
Li aliyek din, îro desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî encamên geşta şanda Hevbendiyê ya li heftiya borî bi serokatiya Riyad Sêf li navçeya mertala Feretê li gundewarê Helebê gengeşe kir.
Serokê Hevbendiyê Riyad Sêf xweşhaliya xwe nîşan da li hember piştgiriya hikûmeta Tirkiyê bi navçeya mertala Feratê li gundewarê Helebê, û destxweşî li bizavên dezgehên Sûrî yên sivîl û leşkerî kir, nemaze yên kar di biyavên xizmetgozariyê û alîkariya xwarinê û xwendin û saxlemiyê de dikin, û Sêf encamên serdana xwe û rêveçûna karê hikûmeta demkî li navçeyên rizgarkirî û pirojeyên ximetgozariyê yên bi hevkariya hikûmeta Tirkiyê li wan navçeyan xist li ber destê endamên desteya siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî