Şandekî ji Hevbendiya Niştimanî serdana bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê kir, û bi gereke meydanî li ser encumena xwecihî û polîsê sivîl û polîsê leşkerî rabû, û rewşa birêvebirina kar û ketwarê jiyanê û xizmetguzariyê li bajêr şopand.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo serokatiya Şande kir, şandê ku ji endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û endamê Hevbendiya Niştimanî Husên Elread pêk hatibû.
Û Istêfo di serdanê de tekezî li ser pêwîstiya başkirina ketwarê jiyanê û xizmetguzariyê li deverê, û karkirina li ser pêşkêşkirina nimûneyeke rêvebirî yê nûnertiya hêviyên sûriyan û daxwazên wan ên avakirina dewleteke nû ya bê stemkarî û li ser bingeha dad û wekheviyê bike, kir.
Û bal kişand ser ku pêwîstiya van daxwazan bi yekkirina tevaya bizavan û hevkarî û hevrêziya di navbera hemû saziyên şoreşa Sûrî yên siyasî û sivîl û leşkerî de heye.
Û Istêfo cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi daxwazên gelê Sûriyê û cîbicîkirina tevaya biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê dike, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254, ji bo gihiştina veguhêstina siyasî ya tam li welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî