Duhî roja pêncşemê di miyanê gotubêj û rawêjkariyên duqolî de, şanderê Hevbendiyê Heysem Elmalih li Siwêsira û li bajarê Jinêv civiye bi Şanderê navnetewî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mîstora re, û bidest nameya Hevbendiyê û herwiha belgenameya piransîpên bingehîn bo çareseriya Siyasî di Sûriyê de û yadeştnameya têgihiştinê ya wajokirî ligel Encûmena Niştimanî ya Kurdî radestî wî kirin.
Di hevdîtinê de Elmalih pêgiriya Hevbendiyê bi çareseriya Siyasî ya ligor daxuyaniya Jinêv dupat kir, û hevdem cext li ser wê yekê kir ku Îran bi hîç şêweyî nabe aliyekî paqij di hevkêşeyan de û nejî peroşe li ser çareseriya siyasî, beruvajî ku Îran beşekî alozî û girftariyê ye û hevparê rêjîma Esed e di kuştarên rojane de yên li Sûriya diqewimin, tevlî neqebûlkirina wê ji daxuyaniya Jinêv re.
Ji aliyê xwe ve Dî Mistora xweşhaliya xwe derbirî li ser rola Hevbendiyê di piroseya çareseriya Siyasî de û herwiha Elmalih agehdar kir li ser qebûlkirina vexwendina Hevbendiyê û çavpêketina wê di nêzîktirîn dem de li Stembolê.
Jêder: Hevbendî