Şandeya Desteya Serokatiyê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Doh Duşembê serdana xwe ya Erebistana Siûdî ko tê de digel wezareta wê ya Derve civiya bidawî kir.
Şandeyê Berpirsiyarên Siûdî bi pêşveçûnên gorepanî û plana Serokatiyê ya nû û pêdiviyên Hevbendiyê û Desthilata Sûrî ya demkî agahdar kirin.
Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca got: “Erebistana Siûdî ji mezintirîn dewletên ko piştgiriya Şoreşa Sûriyê dikin, heta Gelê Sûriyê mafê xwe di azadî û Rûmetê de misoger bike.”
Xalid Elxoca da xuyakirin ko “Rêjîma Esed nêzîk 80 milyar dolarê Emerîkî ji çar salan ve xerc kiriye da Şoreşê vemirîne digel ko rêjîma Îranî û Çeteyên Hizbullah piştgiriya wê bi çek û diravan dikin.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko Îranê Sûriya dagîr kiriye, û hebûna Şervanên wê li Sûriyê û bi mikurhatina Rêjîma Îranî û herweha Çeteyên Hizbullaha tirorist. Ev tişt di civînan de digel berpirsiyarên Siûdî gengeşe bû. Ewan jî dubare dane xuyakirin ko ewê “ di Piştgiriya Şoreşa Sûriyê de berdewam bin.”
Xalid Xoca got: em “digel birayên Siûdî de yek dîtin in ko Esed ew makdera tiroristiyê ye. Û çareseriya siyasî gerek Serê Rêjîmê û dezgehên ewlekariya wî têk bibe û li gora daxuyaniya Cinêvê Desteyeke Desthilata Veguhêz damezirînin”. Jêder:Hevbendî